Pêvajoya aştiyê û Taksîm li parlamenta Swêdê hatin nîqaşkirin

Pêvajoya aştiyê û Taksîm li parlamenta Swêdê hatin nîqaşkirin

Li ser pêşniyara Partiya Çep li Parlamentoya Swêdê pêvajoya çareseriyê û çalakiyên li Tirkiyeyê hatin nîqaşkirin.  Runiştina partiya Çep, Hans lînde û Amîneh Kakabeveh temsîlkirin, nêrînên hikûmeta Swêdê Wezîrê Karê Derve Carl Bîldt anî ziman.

Bîldt da zanîn ku Tirkiyeyê ji bo aştiyê û lihevkirinê derfeteke dîrokî bidestxistine û got di serê salê de bi destpêkirina diyologê re  hêzên PKK’ê  derketine derveyê sînor.
Bîldt destnîşan kir nêzîkatiya her du aliyan bi kêfxweşî pêşwazî kirine û balkişand ser qezecên ku dê ji Tirkiye û welatên herêmî re bîne. Bîldt wiha pê de çû: “Pêvajoya li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, pirsgirêkeke navxweyî ya welate û divê di navbera her du aliyan de bi encam bibe.

Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çep Hans Lînde anî ziman ku bi destpêkirina pêvajoyê re PKK’ê agirbest îlan kir û her wiha piştî wê jî hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişand û ev jî bo bidawîbûna şer hêviyek bû.

NE TENÊ TIRKIYE DÊ ROJHILATA NAVÎN Û EWROPA JÎ QEZENC BIKE

Lînde diyar kir ku pêvajoya aştiyê divê ji her dua liyan ve jî bê encam kirin û got: “Ev nayê wateya ku mirov runin û temaşe bikin. Şerê dinavbera Tirkiye û PKK’ê de ne tenê badorê li ser Tirkiyeyê, li ser hemû Rojhilata Navîn û Ewropayê dike. Di serkeftina pêvajoya aştiyê de ne tenê Tirkiye, dê Rojhilata Navîn û Ewropa jî qezenc bike.”

Parlamenterê Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, destnîşan kir ku Erdogan ne ku ji bo aştiyê dixwaze, ji ber ku ket zor û zehmetiyan û di makeqanûna nû de cihê xwe bihêztir bike, piştgiriya kurdan bigire ev pêngav avêtiye. Kakabaveh got: “Gavê pratîk neavêtiy.  Li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran rojnameger, siyasetmedar, parêzer, şaredarên kurd hene.”

GER AŞTIYÊ DIXWAZE BILA GIRTIYAN BERDE

Kakabaveh wiha got: “Ger Erdogan aştiyê dixwaze bila girtiyên bedre û dest ji sûcdariya terorîst berde. Niha li Tirkiyeyê çalakî didomin. Polîsên tirk bi awayekî tund êrîşê gel dike. Bi hezaran kes birîndar bûne. Divê polîs demildest dawî li şîdetê bîne. Divê li Swêdê ev helwesta polîs û hikûmeta tirk bê şermezarkirin.”