Petrola WTI di asta herî nizm a 6 salên dawî de ye
Li bazarên navneteweyî dolarê Amerîka bi qîmet dibe. Kêmbûna buhayê petrolê jî balê dikişîne.
Li bazarên navneteweyî dolarê Amerîka bi qîmet dibe. Kêmbûna buhayê petrolê jî balê dikişîne.
Li bazarên navneteweyî dolarê Amerîka bi qîmet dibe. Kêmbûna buhayê petrolê jî balê dikişîne. Petrola xam a Amerîka WTI, buhayê xwe yê firotinê di Borsa Bazirganiyê ya New Yorkê (NYMEX) de daket asta herî nizm a 6,5 salên dawî.
Buhayê WTI di NYMEX'ê de 1,32 dolar kêm bû û daket 40 dolarî. Ev yek, ji 25'ê Sibata 2009'an û vir ve asta herî nizm e.
Buhayê petrola Brent a ji Derya Bakur tê derxistin di Borsa navbera parzemînan a li Londonê (ICE) de 1,46 kêm bû û daket 45 dolar 16 centî.
Buhayê herî zêde ê petrolê, ku çavkaniya bingehîn a debara welatên Rojhilata Navîn, Rûsya û Venezûelayê ye, di havîna 2008'an de derketibû holê. Di wê demê de buhayê petrolê 140 dolar derbas kiribû. Bi krîzê re kêmbûneke dijwar xwe lê da der û di Sibata 2009'an de daket heta binê asta 35 dolaran.
Kêmbûna buhayê petrolê, weke sedema bingehîn a krîza aboriyê ya li Rûsyayê tê dîtin.