Pêşmerge û hêzên hukûmeta Bexdayê hatin pêşberî hev
Pêşmerge û hêzên hukûmeta Bexdayê hatin pêşberî hev
Pêşmerge û hêzên hukûmeta Bexdayê hatin pêşberî hev
Di navbera Hukûmeta Başûrê Kurdistanê û hukûmeta navendî ya Bexdayê de, li gel dewamkirina pirsgirêkan, krîzeke nû li ber deriye. Hat ragihandin, hêzên leşkerî yên ser bi hukûmeta Bexdayê, berê xwe dane Xormato.
Li gorî nûçeya PUKmedia, ji vê sibê ve hêzên serbazî yên ser bi hukûmeta Bexdayê, berê xwe dane navçeya Xormato.
Hat ragihandin, hêzên pêşmerge û lîwaya 16 a artêşa Iraqê yên li navçeya Silêmanî Begê ne, pêşî li hêzên serbazî yên hukûmeta Bexdayê girtine. Li gorî agahiyan, hêzên pêşmerge û lîwaya 16 rê nadin ku hêzên serbazî Iraqê derbasî navçeya Xormatoyê bidin. Tengezariya li herêmê dewam dike.