Pêşbirka "Rojnamevanên Serketî yên Salê" destpê kir

Pêşbirka "Rojnamevanên Serketî yên Salê" destpê kir

Serlêdanên ji bo pêşbirka "Rojnamevanên Serketî yên Salê" ya Cemiyeta Rojnamevanên Başûrrojhilat, destpê kirin. Ji bo pêşbirka ku îsal a 28. tê lidarxistin, wê 7 beşan berhem beşdar bibin.

Serlêdanên ji bo pêşbirka "Rojnamevanên Serketî yên Salê" ya Cemiyeta Rojnamevanên Başûrrojhilat, destpê kirin. Serlêdan wê ji beşên Nûçe (TV, Rojname, Radyo, Înternet), Wêne, Dîzayna Rûpelan, Nûçeyên Sporê, Nûçeyên TV, Nûçeyên Radyo û Nûçeyên Kurdî de, werin qebûlkirin.

Berhemên beşdarî pêşbirkê bibin, divê di navbera 1'ê Îlona sala 2012 û 30'ê Tebaxa sala 2013'an de hatibin weşandin û herî dereng heta 31'ê Tebaxa sala 2013'an bi destan an bi rêya postayê radestî avahiya rêveberiyê ya li Sumer Parkê werin kirin.