Pervîn Bûldan: Hevdîtin dikare nava hefteyê pêk were
Pervîn Bûldan: Hevdîtin dikare nava hefteyê pêk were
Pervîn Bûldan: Hevdîtin dikare nava hefteyê pêk were
Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan, gotinên dibêjin heyeta BDP'ê çûye Îmraliyê derewand û diyar kir, ku ew li bendê ne di nava hefteya pêş de bi Ocalan re hevdîtinê bikin.
Nûçeya "Heyeta BDP'ê çû Îmraliyê" ku di qenalên Tirk de weke nûçeya lezgîn derbas bû, ji aliyê Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan ve hat derewand. Bûldan diyar kir, ku ev nûçe ne rast e û ew îro neçûne Îmraliyê. Bûldan got, "Rêzdar Sirri li mala xwe ye, ez jî niha li mala xwe me." Bûldan da xuyakirin ku ew li bendê ne hevdîtin di nava hefteyê de pêk were.