Pêkanîna 'fuze' û 'ÎHA' ya DYE'yê li ser Îranê. 7 şîrketên Tirk li lîsteyê de hene

Wezareta Xezîneyê ya DYE'yê bi hinceta ku piştgiriyê dide bernameya Balafirên Bêmirov û fuzeya balîstîk a Îranê pêkanîn danî ser 32 kes û şîrketan. Di lîsteyê de ji Tirkiyeyê 7 şîrket hene.

Di daxuyaniya wezaretê de hate ragihandin ku kes û şîrketên ketine ber pêkanînan li Îran, Tiriye, Îmarat, Çîn, Hong Kong, Hindistan, Elmanya û Ûkraynayê kar dikin.

Hate ragihandin ku ev kes û şîrket di bernameyên ÎHA û fuzeyan ên Îranê de roleke aktîf dilîzin.

Navê şîrketên Tirk ên di lîsteya pêkanînan a Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de ne bi vî rengî ne:

"Arkedya Gıda, Intro Oto Yedek Parça, Own Uçar Gıda, Royal Yapı İnşaat, Loris Turizm, Özkam Nakliyat û Artaş Gümrükleme."