PDK zextê li karsazên bakurî dike ku beşdarî mîtînga Amedê bibin
PDK zextê li karsazên bakurî dike ku beşdarî mîtînga Amedê bibin
PDK zextê li karsazên bakurî dike ku beşdarî mîtînga Amedê bibin
Hat hînbûn PDK ji bo beşdarî mîtînga li Amedê bibin zextê li karsazên kurd ên ji Bakurê Kurdistanê yên li Başûr dixebitin dike. Hat ragihandin ku PDK gefê li karsazan dixwin, eger beşdarî mîtîna roja Şemiyê ya li Amedê nebin, dê kar nedin wan û biqewirînin.
Ji bo serdana Erdogan û Barzanî ya bo Amedê, ku weke xebateke hilbijartinê ya AKP'ê tê dîtin, li Bakurê Kurdistanê cerdevan û polîs li Başûrê Kurdistanê jî Rêxistina Îstîxbaratê (Parastin) û Wezareta Maliyê yên ser bi PDK'ê ketine nava tevgerê.
Karsazekî navê xwe nexwest aşkera bike ragihand ku PDK zextê li karsazên ji Bakurê Kurdistanê yên li Başûr dike, ku beşdarî mîtînga Erdogan û Barzanî ya li Amedê bibin.
Çavkaniyên herêmî jî ragihandin ku rêxistina îstîxbaratê Parastin û Wezareta Maliyê ya Başûrê Kurdistanê, ji beşdariya li mîtînga roja Şemiyê gefê li karsazên ji Bakurê Kurdistanê xwarine û gotine, "Beşdarî mîtîngê bibin û derdora xwe jî beşdar bikin. Eger hûn beşdar bibin, emê bi her awayî toleransê nîşanî we bidin. Na eger hûn beşdar nebin, emê ti karî nedin we û we biqewirînin."
Van zextan di nava karsazên ji Bakurê Kurdistanê de rê li ber fikaran vekir. Balkêşe ku ev gefa PDK'ê li dema daxuyaniya komeleya karsazên li Amedê rast hat.