PDK bi otobusan alîgirên xwe ji başûr dişîne Amedê
PDK bi otobusan alîgirên xwe ji başûr dişîne Amedê
PDK bi otobusan alîgirên xwe ji başûr dişîne Amedê
Piştî biryara Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesût Barzanî dê bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re li Amedê hevdîtinê bike hate dan, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ji bo pêşwazîkirinê bi otobusan alîgirên xwe dişîne Amedê.
Sibê ku dê Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesût Barzanî dê serdana Amedê bike û bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re tevlî merasîma 300 zewcandinê bibe. Beriya serdanê ji bo pêşwazîkirinê ji hêla PDK'ê ve bi sedan alîgirên xwe bi otobusan di Deriyê Sînor a Brahîm Xelîl de dişîne Amedê.
Li gor malpera nûçeyan a Sharpress, PDKê îşev bi sedan alîgirên xwe bi otobusan û bi rêya dergehê Brahîm Xelîl dişîne Amedê. Çavkaniyek ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Sharpress re ragihand: “Îşev bi sedan alîgirên PDK’ê bi otobusan bi rêya dergehê sînor ê Brahîm Xelîl ji bo Amedê hatine veguhestin.” Li gor heman çavkaniyê, armanca şandina alîgirên PDK’ê ew e ku beşdarî merasîma Barzanî û Erdogan bibin. Wê çavkaniyê ragihand: “PDK ji ber boykotkirina şahiya Amedê ya ji aliyê PKK’ê ve ditirse ku pir kêm kurd beşdar bibin, ji ber ku şahiya ji bo Barzanî ji aliyê Erdogan ve tê organîzekirin.”