PÇDK tevlî hilbijartinê Başûrê Kurdistanê dibe
PÇDK tevlî hilbijartinê Başûrê Kurdistanê dibe
PÇDK tevlî hilbijartinê Başûrê Kurdistanê dibe
Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ketina Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK) erê kir.
Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Herêma Federal a Başûr3e Kurdistanê serlêdana PÇDK'ê ya hilbijartinê qebûl kir. PÇDK wê bi hejmara 34'an bikeve hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê ya ku wê di 21’ê Îlona 2013’an de pêk bê. Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Herêma Başûrê Kurdistanê ji bo ketina hilbijartinên 21’ê Îlona 2013’an ya PÇDK’ê bi awayek fermî qebûl kir.
Endamê Desteya Rêveber ya PÇDK’ê Husên Kerkûkî ragehand ku, Desteya Bilind a Hilbijartin ji bo pejirandinê du roj dem da bû wan û wiha got: "Îro Desteya Bilind a Hilbijartinê piştî civînek dirêj saet di 13:30’an de ketina PÇDK'ê ya hilbijartinan erê kir."
Hêjayî gotinê ye ku PÇDK sala 2009'ê bi navê Lîsta Hîwa navê xwe li Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tomar kir û bi hêjmara 63 dê tevlî hilbijartinan biba, lê piştre ew lîste ji ber nebûna rêdanê ji aliyê komisyonê ve hat hilweşandin.