PÇDK: Divê astengiyên li pêşiya tevlêbûna li hilbijartinê bên rakirin

PÇDK: Divê astengiyên li pêşiya tevlêbûna li hilbijartinê bên rakirin

Endamê Konseya Rêveber a PÇDK'ê Abdulvahap Ahmet îro careke din serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê da û got, "Eger Wezareta Karên Hundur û Desteya Hilbijartinê bi berpirsyariyên xwe ranebin, emê serî li dadgehê bidin."

Ji bo hilbijartinên 21'ê Îlonê yên li Herêma Başûrê Kurdistanê, herçend roja dawî ya serlêdanê 4'ê Hezîranê bû jî, ji ber hin pirsgirêkan ev dem hat dirêjkirin. Di serê van pirsgirêkan de jî astengiyên li pêşiya beşdariya PÇDK'ê cih digire. Endamên Konseya Rêveber a PÇDK'ê Abdulavah Ahmet û Huseyîn Kerkukî, îro jinûve serî Desteya Bilind a Hilbijartinê dan.

Endamê Konseya Rêveber a PÇDK'ê Abdulvahap Ahmet di derketina ji avahiya Desteya Bilind a Hilbijartinê de daxuyaniye da çapemeniyê û diyar kir ku li gel temamiya hemû amadekariyên wan jî, serlêdana wan hatiye redkirin. Ahmet da xuyakirin ku ji bo tevlêbûna PÇDK'ê li hilbijartinan ti astengî tineye û biryar siyasî ye û got, "Xala 10. a Desteya Bilind a Hilbijartinê, ji bo pêşî li beşdariya Lîsteya Hîwa bê girtin, di 28.05.2009'an de hat derxistin. Ji bo em tevlî hilbijartinê bibin ji me dixwazin em hemû navê xwe biguherînin an jî Wezareta Karên Hundur tevlêbûna me erê bike."

"SERÎ LI ME DIGERÎNIN"

Ahmet da xuyakirin ku ji ber biryar siyasî ye û ti bingeheke wê ya qanûnî tineye, ew navên xwe jî biguherînin wê nehêlîn beşdarî hilbijartinan bibin û anî ziman ku wan dokûmana Wezareta Karên Hundur a destûrê dide wan ji bo tevlî hilbijartinan bibe, radestî Desteya Bilind a Hilbijartinê kirine. Ahmet got, "Tenê du rojên serlêdanê mane. Em dixwazin Desteya Bilind a Hilbijartinê û Wezareta Karên Hundur vê pirsgirêkê di nava xwe de hal bikin, naxwe emê serî li dadgehê bidin û giliyê wan bikin."