Partiyên ENKS'ê ji daxuyaniyên Barzanî matmayî man
Partiyên ENKS'ê ji daxuyaniyên Barzanî matmayî man
Partiyên ENKS'ê ji daxuyaniyên Barzanî matmayî man
Partiyên di nava ENKS de cih digirin dan xuyakirin ku daxuyaniyên Barzanî ew matmayî hiştine û ew ne li benda gotinên bi vî rengî bûn. Sekreterên Partiya Aştiya Kurd, Partî Demokratîk Kurd û Partiya Çep a Kurd ên li Sûriyê bibîr xistin ku projeya Rêveberiya Demî beriya niha ji aliyê ENKS û MGRK ve hatibû pejirandin û nayê fêmkirin çima ENSK niha li dij derdikeve.
Sekreterên partiyên di nava Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) diyar kirin ku daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê wan matmayî hiştiye. Siyasetmedarên yên Rojavaya Kurdistan li ser daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barazanî xebatên Rêveberiya Demî ji bo ANF axivîn.
BARZANÎ BI XWE RE KET NAVA NAKOKIYAN!
Sekreterê Giştî yê Partiya Aştî Kurd li Sûriyê Talat Mihamed da zanîn ku diviyabû Barzanî daxuyaniyeke wiha nedaba. Mihamed hin gotinên di hevdîtinên li gel Serokê herêmê bibîrxist û wiha got; “Wek serokek li herêmek Kurdî rêz û hurmet ji bo wî heye, lê diviyabû daxuyaniyek wiha nedana. Ez wek endamek giştî yê ENKS’ê du caran li gel Serokê Herêmê rûniştim. Wê demê digot ‘hûn xwedî biryarek serbixwe bin, hûn çewa bibînin ew baş e’. Heta di civînekî de got ger hûn dicih de bibînin ‘ hûn dikarin bi rejîma Sûriyê re jî di nava têkiliyan debin.’ Ez hêvî dikim ev partiyên Başûrê Kurdistan bila birayê me yê mezin bin, alîkariya me bikin. Lê ji mijarên nava Rojavayê Kurdistan em berpirsiyarin.”
'ENKS KU BERIYA NIHA RÊVEBERIYA DEMÎ PEJIRAND, NAYÊ FÊMKIRIN ÇIMA NIHA LI DIJ DERDIKEVE'
Talat Mihemed destnîşankir ku ENKS bi siyaseta xwe nakok tevdigere wiha got “Niha gelek partiyên di nava ENKS’ê de dijitiya Rêveberiya Demî dikin yan jî bêdengin. Lê ENKS di civata xwe ya 12-14 Adara 2012’dan biryar da ku li Herêma Kurdan Rêveberiyek ava bikin. Di encam de dema PYD’ê proja Rêveberiya Demî pêşniyar kir û herdu Meclîsan qebûl kirin, cihê dilxweşiyê bû. Cihê pîrozbahî bû ku MGRK û ENKS li hev civiyan û projeya Rêveberiya Demî wek projeya herdu meclîsan qebûl kirin. Her wiha komîte hat avakirin û bi pêkhateyên din Rojavaya Kurdistan hevdîtinan kir. Di hevdîtinan de li ser pêşniyarên ENKS’ê gelek guhertin hatin kirin. Mirov dikare bêje hemû pêşniyarên ENKS’ê hatin pejirandin. Niha şaş mame ku hemû pişniyarên ENKS li ser Rêveberiya Demî hate pejirandin jî, çima niha beşdarî xebatên rêveberiyê nabe. Her çend heta niha tu daxuyanî nehatibin dayîn jî, em dibihîzin ku dibêjin divê em nûnertiya hemû tiştî bikin.”
'RÊVEBERIYA DEMÎ FERZEKE'
Sekreterê Giştî Partî Demokratî Kurdistana Sûriyê Evdilkerîm Remezan destnîşankir gelê Rojavayê Kurdistanê ji destpêkê ve beşek ji şoreşê ye û destnîşan kir ku û heta niha bi sedan şehîd daye. Remezan rexne li gotinên Serokê Herêma Başûrê Kurdistan kir û got; “Em weke Kurd ji destpêkê ve di nava şoreşê de ne û beşek ji şoreşa Sûriyê ne. Gotinên dibêjin li Rojavaya Kurdistanê şoreş tineye, ne dicihê xwe dene.”
Li ser daxuyaniyên li dijî Rêveberiya Demî tên dayîn Remazan dazanîn Rêveberiya Demî li ser wan ferzeke û wiha got; “Rêveberiya Demî xebatek nû ye. Wê hinek hebin piştgiriya wê bikin, wek niha hinek hene dijîtiya wê dikin. Lê Rêveberî bûye ferzek li herêma me. Û niha yên vê xebatê û xizmetê dane ser milê xwe ew hêzên di nava gelên xwe dene û bi rastî temsîla gel dikin. Niha hinek hêzên Kurdî hene, çi tê avakirin li dijî wê derdikevin. Raste ev projeya Rêveberiya Demî ji aliyê PYD’ê hat pêşniyar kirin, lê îro piraniya hêzên Kurdî, Ereb, Xiristiyan, Çeçen di nav vê xebatên Rêveberiyê de cihê xwe digrin. Birêz Barzanî jî di despêkê de dixwest Kurd yek bin û di nava Desteyê de cihê xwe bigrin. Lê em li benda hevdû bin tiştek pêknayên û di encamê de gelê me derbeder dibe.”
'BÊHELWESTBÛNA ENKS JI BER NAKOKIYÊN WÊ YE'
Sekreterê Giştî Partî Demokratî Kurdistana Sûriyê Evdilkerîm Remezan projeya Rêveberiya Demî ya MGRK û ENKS’ê ye gotinê wiha domand; “Gelek kes vê xebatên Rêveberiya Demî wek xebatek PYD bi nav dike. Lê di bingehê de xebatên herdu meclîsane. Û dema proje hate amadekirin MGRK û ENKS bi hev re xebatên xwe meşandin. Heta demên dawî jî hemû partiyên girêdayî ENKS’ê piştgiriya Rêveberiya Demî dikirin. Lê bi carekî xwe jê kişandin û heta niha tu daxuyanî jî nedane. Em jî wek partiyekî di nava ENKS’ê de ne, her yek ji aliyê xwe hinek tişt dixwazin û nakokiyê wan pirrin. Li pêşiya ENKS’ê kongrekî heye û Yekîtiya Siyasî ya xwe di nava ENKS’ê de tevger kiriye ku ji partiyê El-Partî, Yekîtî û herdû Azadî pêk tên dixwazin ENKS bi temamî li gora wan tevbigere. Ji ber wê jî nakokiyên ENKS gelek in, bê helwestbûna wan jî ji ber wêye.”
'BARZANÎ ME MATMAYÎ HIŞT'
Sekreterê Giştî yê Partiya Çep Kurd li Sûriyê Mihemedê Mûsê li ser helwesta Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî got wan ji herkesê hêvî dikir lê ji Barzanî hêviya daxuyaniyekî wiha nedikir û wiha got; “Li gel dijberiya Koalîsyona Niştimanî Sûriyê û mejiyê şovenîst a Ereb, ya ku zorê dide me û me matmayî hişt daxuyaniyên Serokê ye. Gotina Serokê Herêma Başûrê Kurdistan ya ‘li Rojavaya Kurdistan şoreş tineye’ yanî di heman demê de ev gotin tê wateya ev hêzên îro bi Rêveberiya Demî re radibin ne şirîkê şoreşê ne. Niha ev daxuyaniyên kek Mesûd me gelek êşand û me hêvî nedikir daxuyaniyekî wiha bê dayîn. Lê em dizanin dewletên wek Tirkiyê, opozîsyona Sûriyê, hêzên îslamî radîkal, hêzên di nava Koalîsyona Sûriyê de cihê xwe digrin li dijî Rêveberiya Demî derkevin. Ji ber ku ev hêzên mijara gotinê ne demokratin, ne azadîxwazin û bi rastî îrada gelan qebûl nakin.”
'BI MEJIYÊ ŞOVENÎST Ê KOALÎSYONÊ, YEKITIYA SÛRIYÊ AVA NABE'
Mûsê da zanîn ku gelê Kurd ji bo yekîtiya Sûriyekî demokratîk dixebite û got; “Em aşkera ji bo gelên xwe dibêjin ku em Sûriyê parçe nakin, tevî mafê gelê Kurd ku wek gel qedera xwe tayîn bike hebe jî, siyasetek gelê Kurd yê wiha tineye. Gelê Kurd ê bi hezaran salane li ser vê axê ye, vê nexşeya siyasî ya bê îradeya gelê me û gelên herêmê hatiye çêkirin, êdî qebûl neke. Îro hemû gelên herêmê vê nexşeya siyasî qebûl nakin jî, lê em parçebûnê naxwazin. Niha gelê me ji me dixwaze ku em rêveberiyekî ava bikin. Gelek pirsgirêkên gelê me hene li herêmê vê rêveberiyê dê pirsgirêkên gel çareseriya peyde bike. Koalîsyona Niştimanî Sûriyê xebatên me yê Rêveberiya Demî wek parçebûna Sûriyê binav kir. Ez ji wan re dibêjim ku koalîsyona nikare bi zihniyeta şovenist yekîtiya Sûriyê avabike û şoreşa Sûriyê biserxe.”
'DESTEYA AVAKIRINA RÊVEBERIYA DEMÎ TEMSÎLA HEMÛ GELÊN LI ROJAVA DIKE'
Mûsê destnîşan kir Desteya Avakirina Rêveberiya Demî temsîla hemû gelên Rojavayê Kurdistanê dikin û balkişand ser hêzên di nav desteyê de. Mûse got, “Niha di nava Rêveberiya Demî 38 partî, saziyên civakî û ji pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê hêz nava Rêveberiyê Demî dene. Hêzên dixwazin vê rêveberiyê weke partiyekê bi nav bikin, naxwazin rastiya wê ya yekîtiya gelan bê dîtin. Ya herî balkêş ENKS Rêveberiya Demî qebûl kiribû. Partiya me ji partiyekî di nava ENKS’ê deye, lê hinek partiyên di nava ENKS’ê nexwestin piştî pratîkkirina Rêveberiyê xwe jê kişandin. Ev ji ber bandoriya dewlet û hêzên herêmê ye.”