Partiya Lîberal a Kurdistan ji bo Ocalan îmze avêtin
Partiya Lîberal a Kurdistan ji bo Ocalan îmze avêtin
Partiya Lîberal a Kurdistan ji bo Ocalan îmze avêtin
Hejmarekî ji endamên Partiya Lîberal a Kurdistan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siyasî li Tirkiyeyê îmzeyên xwe avêtin.
Di dema serdana komîteya têkliyên dîplomasî ya girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya li bajarê Qamişlo ji buroya Partiya Lîberal a Kurdistan, hejmarekî ji endaman ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siyasî li Tirkiyê îmzeyên xwe dan. Piştî sekretêrê partî Ferhad Tîlî û hin endaman îmzeyên xwe dan, Tîlî di derbarê mijarê û girîngiya kampaniya berhevkirina îmzeyan de axaftinek kir û diyar kir ku, ev gav ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê girîng e.
Tîlî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Pêngava ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan destpêkiriya gaveke dîrokî ye û ji bo nirxên mirovahiyê ye. Ji bo raman û fikrê Rêber Ocalan em ê heta dawî piştgiriya vê kampaniyê bikin.”