Parlamentoya Flaman Qirkirina Suryaniyan nas kir

Yek ji parlamentoyên xwecihî yên dewleta Belçîka pêk tînin, Parlamentoya Flaman, qirkirina li hember gelê Suryanî ya ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve sala 1915’an pêk hat nas kir.

Yek ji parlamentoyên xwecihî yên dewleta Belçîka pêk tînin, Parlamentoya Flaman, qirkirina li hember gelê Suryanî ya ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve sala 1915’an pêk hat nas kir.

Pêşnûmeqanûna ku ji aliyê Parlamenterê Partiya Humanîst a Demokratîk a Navend (cdH) Georges Dallemagne berî niha bi çend rojan hatibû pêşkêşkirin ku qanûna naskirina Qirkirina Ermeniyan a sala 1998’an ji aliyê Meclîsa Federal a Belçîka hatibû naskirin berfireh dike li parlamentoya xwecihî hat qebûlkirin.

Li gor vê Parlamentoya Flaman, qebûl dike Împaratoriya Osmaniyan sala 1915’an ligel li hember Ermeniyan li hember Suryanî û Rûmên Pontûs jî  qirkirin pêk aniye.

Belçîka di sala 1998’an de bi biryarekê yek ji yekemîn dewleta Ewropayê ye ku Qirkirina sala 1915 nas kiriye û ev kiriye qanûn. Li gelek deverên Belçîkayê ku bîrdariyên Qirkirinê hene, di rojên pêşiya me wê li paytext Bruksel bi tevlîbûna patrikê Dêra Ortodoks a Suryanî bîrdariyeke Seyfo (Qirkirina Suryaniyan) bê danîn.