Parlamenter û civaknasên Bakur serdana Kobanê kirin

Parlamenter û civaknasên Bakur serdana Kobanê kirin

Şandeyek ji parlamenterên HDP’ê, akademîsyen, civaknas û endamên Navenda Lêkolînên Civakî û Polîtîk (SAMER) ji Bakurê Kurdistanê serdana herêma Kobanê kirin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan  (HPD) ê Şirnexê Faysal Sariyildiz, civaknas Nazan Ustundag û Bûlent Kucul û endamên Navenda Lêkolînên Civakî û Polîtîk (SAMER), îro hatin serdana herêma Kobanê.

Şande ji aliyê Wezîrê Derve yê Kantona Kobanê Îbrahîm Kurdo û Endamê Komîteya Têkiliyan Ferhan Îsê ve hate pêşwazîkirin.

Li deriyê sînor Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz axivî û got: "Em dizanin rewşa Kobanê gelekî hestiyar e. Eger pêwîst bike em ê hemû ji bo parastina Kobanê şer jî bikin."

Endamê Komîteya Têkiliyan Ferhan Îse jî bal kişand ser piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê ya ji bo berxwedana Kobanê û da zanîn ku pergala Xweseriya Demokratîk çareseriya aloziya heyî ye.

Şande piştre li nava bajarê Kobanê geriya û rewşa welatiyan pirsî.

Şande piştî serdana li navenda bajêr vegeriya Bakurê Kurdistanê.