Parlamenta Yewnan bernameya nû erê kir
Parlamenta Yewananîstanê, bernameya li gorî lihevkirina bi Herêma Euro re hat pêşkêşkirin, erê kir.
Parlamenta Yewananîstanê, bernameya li gorî lihevkirina bi Herêma Euro re hat pêşkêşkirin, erê kir.
Parlamenta Yewananîstanê, bernameya li gorî lihevkirina bi Herêma Euro re hat pêşkêşkirin, erê kir.
Di dengdayîna ku 229 parlamenteran dengê 'erê' bi kar anîn de, 60 wekîl li dijî vê bernameya ji tedbîrên teserûfê derketin. Hat ragihandin ku di dengdayînê de Wezîrê Maliyeyê yê çend hefte berê îstifa kir Yanîs Varûfakîs jî dengê 'na' bi kar aniye.
Piştî muzakereyên bi mehan dewam kir, bernameya nû ya di navbera Yewnanîstan û Herêma Euro de hat amadekirin, roja Yekşemê hat morkirin.
Lîderên Yekîtiya Ewropayê di civîna roja Yekşemê destpê kir û heta sibeha Duşemê dewam kir de, li ser mijara 'sê paketên rizgariyê' yên ji bo Yewnanîstanê li hev kiribûn. Ji bilî Syrîza hin partiyên çep nerazîbûnê nîşanî vê pakêta nû, ku bi herikîna pere re tê xwestin aborî were zindîkirin', derdikevin.
Li gorî paketa nû, wê di nava 3 salan de 86 mîlyar Euro pere bê Yewnanîstanê. 25 mîlyar Euro yên vê paketê wê ji bankaya re bên şandin û di çarçoveya paketa rizgariyê de tê xwestin ku di sîstema teqawîtiyê de guhertin bê kirin.