Parîs ji bo rakirina navenda guhdarîkirinê ya DYA zextê dike

Ji bo rakirina navenda guhdarîkirina veşartî ya îstîxbarta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ya li paytexta Fransa Parîsê, tê gotin Wezareta Karên Derve zexta xwe zêde kiriye.

Ji bo rakirina navenda guhdarîkirina veşartî ya îstîxbarta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ya li paytexta Fransa Parîsê, tê gotin Wezareta Karên Derve zexta xwe zêde kiriye.

Îdîaya ji bo rakirina navenda guhdarîkirinê ya li ser avahiya Sefaretxaneya Bilind a DYA ya li Meydana Concorde, ku tevî Qesra Elysee gelek wezaretên girîng lê ne, ji aliyê rojnameya Le Monde ve hat ragihandin.

Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku Wezîrê Karên Derve Laûrent Fabîûs ji bo rakirina navenda guhdarîkirinê hewldanên xwe yên li nava rayedarên DYA'yî zêde kiriye. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Fabîûs ji bo navenda guhdarîkirinê gotiye "êrîşek li hemberî serweriya Fransayê" ye.

Derketibû holê ku navenda guhdarîkirinê ya bi awayekî veşartî li ser avahiya Sefaretxaneya Bilind a DYA ya li Parîsê hat çêkirin, a Ajansa Ewlekariya Neteweyî (NSA) ye. Di nûçeyeke beriya niha li bloga bi navê Zone d'interet de hatibû îdîakirin ku sîstema guhdarîkirinê beriya bi salan hatiye avakirin.

Di belgeyên meha bihurî ji aliyê Wîkîleaksê ve hat bidestxistin de, derketibû holê ku ji aliyê Navenda Berhevkirina Agahiyên Taybet (SCS) a beşa hevpar a NSA û CIA ye, li 79 welatan sîstemên guhdarîkirinê hene. Hatibû îdîakirina ku 19 ji van sîsteman li avahiyên sefaretxaneyên bilind ên li Elmanya, Fransa û welatên din ên Ewropayê hatine bicihkirin.

Wîkîleaksê her wiha îdîa kiribû ku di navbera salên 2006-2012'an de NSA li Serokkomarên Fransayê guhdarî kiriye.