Parêzvanên mafê mirovan wê sibe li sînorê Kobanê bin
Parêzvanên mafê mirovan wê sibe li sînorê Kobanê bin
Parêzvanên mafê mirovan wê sibe li sînorê Kobanê bin
Welatiyên li gundên li ser xeta sînor ên Pirsûsa Riha, çalakiya xwe ya nobetê ya bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê didomînin. Wê ÎHD sibe bi parêzvanên mafê mirovan re lêkolînên xwe yên li sînor bidomînin.
Welatiyên li gundên li ser xeta sînor ên Pirsûsa Riha, çalakiya xwe ya nobetê ya bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê didomînin. ÎHD jî ji roja çalakiyê destpê kiriye bi heyetên cuda re diçe herema çalakiyan û lêkolînan dike. Wê ÎHD sibe jî bi komek parêzvanên mafê mirovan re diçe sînor.
Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Serdar Çelebî û Osman Suzen, Nûnerê Herêmê Şevket Akdemîr, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî, Serokê Şaxa Colemêrgê Îsmaîl Akbulut û rêveberên şaxa herêmê jî di nav de wê gelek parêzvanên mafê mirovan piştî lêkolînên xwe çavdêriyên xwe bi raya giştî re parve bikin.