Parêzerê Kurd Mihemed Henîf 8 mehe winda ye
Parêzerê Kurd Mihemed Henîf 8 mehe winda ye
Parêzerê Kurd Mihemed Henîf 8 mehe winda ye
Parêzer Mihemed Henîf beriya 8 mehan dema ji bajarê Helebê diçû Şamê ji wê rojê heya niha agahî jê nayê girtin.
Malbata parêzerê Kurd Mihemed Henîf diyar kirin ku, kurê wan Mihemed Henîf beriya 8 mehan ji bajarê Helebê çûye paytexta Sûriyeyê Şamê ji bo şopandina giliyên li ba wî û ji wê demê ve winda ye. Hevjîna Henîf anî ziman ku, wê cara dawî beriya 8 mehan bi wî re bi telefonê axiviye û jê re gotiye ew li pêşiya Banka navendî ya Şamê ye.