Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana parêzeran a roja Sêşemê bi hinceta "keştî xerabe ye" hat redkirin. Eger serlêdana îro ya parêzeran bê qebûlkirin, wê sibê biçin Girava Îmraliyê û bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an û vir ve bi hincetên cûrbecûr nikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.