Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan, ji bo karibin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo karibin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Eger ji rêveberiya girtîgeha Îmraliyê bersiveke erênî bê dayîn, parêzer wê sibê biçin Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.

Hêjayî gotinê ye, parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an û vir ve bi hincetên cûrbecûr derfet jê re nayê dayîn biçin Îmraliyê.