Parêzer û malbatên Roboskiyê bertek nîşanî biryara dozger dan

Parêzer û malbatên Roboskiyê bertek nîşanî biryara dozger dan

Parêzer û malbatên 34 welatiyên Kurd ên di komkujiya Roboskiyê de hatin qetilkirin, li dijî biryara Serdozgerê Komarê yê Amedê ya derbarê bêşopandina doza Roboskiyê de bertekên xwe anîn ziman.

Di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên ji Amedê rabûn çûn li ser gundê Roboskiyê yê Qilebanê bombe barandin û di bombebarandinê de 19 jê zarok 34 welatiyên sivil ên Kurd qetil kirin. Serdozgerê Komarê yê Amedê, derbarê doza komkujiya Roboskiyê ku 34 welatiyên sivîl hatin qetilkirin de biryara bêşopandina dozê da. Dozger dosya şand Dozgerê Leşkerî yê Serfermandariyê. Li gel ku doz 1.5 sale didome û dozger di çarçoveya lêpirsînê de gelek belge MÎT û Serokatiya Serfermandariyê xwestibû jî dîsa lêpirsîn bi encam nekir û dosya lêpirsînê radestî dadgela leşkerî kir.

EV BIRYAR BI TU AWAYÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Ferhat Encu ku birayê xwe di komkujiyê de winda kir û Veli Encu ku nêzî 10 xizmên xwe di komkujiyê de winda kirin, bertek nîşanî biryara dozger dan û diyar kirin ku, biryara dozger bi tu awayî nayê qebûlkirin. Encu anî ziman ku, bi vê biryarê encama ku dê doz çawa diyar bibe jî aşkere dibe û dixwazin ser dosyayê bigirin.

‘BERPIRSÊ KOMKUJIYÊ SEROKWEZÎR ERDOGANE’

Encu anî ziman ku, berpirsyarê komkujiyê yê siyasî Serokwezîr Erdogane û wiha got: "Berpirsyarê siyasî Serokwezîr Erdogn û yê lekerî jî Serfermandare. Ev komkujî bi koordîne pêk hatiye. Encu destnîşan kir ku nêzî 2 salin ji bo kujer bên darizandin û daxwazên wan pêk bên serî li reyadaran didin, lê heta niha ji bo kujer bên dîtin û darizandin tu gav nehatine avêtin.

Encu da zanîn ku li gel dozger soza dîtina kujeran daye wan jî dîsa ji berpirsyariyê reviya ye. Encu diyarkir ku, Dozgerê Komarê yê Amedî jî wekî komîsyona meclisê sersarî kiriye û xwe nedaye ber lêpirsînê. Encu anî ziman ku, berpirsyar çi serokwezîr çi serokomar dibe, kî dibe bila bibe dê hesabê bipirsin.

Cîgira Hevseroka Giştî ya BDP'ê û Prz Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku, ew dê sedema biryara dozger lekolîn bikin û dê derbarê biryarê îtirazê bikin. Beştaş aşkera kir ku, biryara dozger nayê qebûlkirin û wiha got: "Sedemê dozger dide pêş nayê qebûlkirin. Ev komkujî li dijî mirovahiyê pêk hatiye. Ev dosya li vir bi encam nebû û dê bi encam nebe. Em dê hemû rê û rêbazan bikar bînin. Ev cînayeta li hemberî civakê ye. Em dê hewldana xwe ya ji bo berpirsyar bên dîtin û darizandin berdewam bikin.”