PAJK’ê Sema Yuce ve Fîlîz Yerlîkaya bi bîr anî

PAJK’ê Sema Yuce ve Fîlîz Yerlîkaya bi bîr anî

Koordînasyona PAJK’ê ji bo bîranîna Sema Yuce û Fîlîz Yerlîkaya (Gulan) yên di nav refên Tevgera Azadiya Kurdistan de jiyana xwe ji dest dan peyamek weşand.  

Di peyamê de tê gotin ku salên derbasbûyî nikarin ji bîranîna Yuce û Yerlîkaya tiştekî kêm bikin û wiha berdewam dike: “Em soza meşa di rêya azadiyê de ya ji me re mîras hiştine dubare dikin.” 

Peyam wiha berdewam dike:  “Jinên li ser navê azadiyê tevdigerin bi qasî ku bibin xwedî hêza rêxistinî û tecrûbeyeke siyasî ya bîrdozî, girîngiyeke jiyanî ye ku wesf û taybetiyên jinê yên cewhera xwezayî ya çanda xwedawend e bidin jiyandin. Rêheval Sema û Gulan ku afirînerên vê çandê ne bi berxwedana xwe mîraseke muezzem ji me re hiştin û di ruhê xwedawendiyê re derbas bûn.    

Rêbertiya me ji bo şehîdên me ku dibêje, ‘Ew di asta pîroziyê de nirxên me yên abîdeyî ne’ çalakiya rêhevalên wek Sema Yuce jî bi van gotinan bi wate kiriye: ‘Yên ji jiyanê hez dikin xwedî çalakiyeke wiha mezin in.’ Li ser vî esasî xwedawendî, dema jiyan bi kedê were pêşxistin û civakekê çêbike dikare bibe çandek. 

Rêheval Sema tenê ked neda, di çalakiya xwe de bû semboleke hêzê ya ji ariya xwe afirandina jineke nû ya Kurdistanê û xwehelandina bi agirê azadiyê re bi ser xist. Mîrasa şehîdên me yên wek Sema û Gulan ku çanda xwedewandîtiyê ya berdewama felsefeya ku Rêbertiya me azadiya jinê dispêre wê, dawerivandin rastiyeke ku me rûmetdar dike û nasnameyê bi civakîbûna me dide qezenckirin. Şehîdên me yên jin, ên têkoşîna azadiyê pêş xistine tenê nedan pey lêgerînên xwe, wan bûyîna xeta evîneke gerdûnî ya bûyîna jina gelekî û daxwaza azadiyê ya hemû jinan bi ser xistin. 

Di peyamê de ku li ser wateya çalakiya Sema Yuce tê rawestîn wiha tê gotin: “Çalakiya wê ku asta banga ji mirovatiyê re bû,  rastiya nasnameya Kurd bi tevayî dinyayê daye nasandin. Rêheval Sema ku bi tevayî kesayeta xwe berxwedan bû, bersiva herî mezin daye tasfiyekariya hundir û derve û ji rêya azadiyê qut nebûye. Di vê çarçoveyê de rêheval Sema strana herî zelal a azadiyê ye. Pîroziya rabirdû, dahatû û roja me ya wateyê diafirîne. 

Koordînasyona PAJK’ê ku di peyama xwe de bal dikişîne ser jiyan û têkoşîna Fîlîz Yerlîkaya (Gulan) û van xusûsan destnîşan dike: “Dîsa rêheval Gulan jî bi sekna xwe ya bi prensîp, radîkal û têkoşer yek ji fermandarên dîroka jin e û şehîdeke me ye ku li hemberî komplogeriyê bi awayekî fedayiyan e şer dike û ji pîroziya jiyanê tawîz nedida.”

Peyam wiha bi dawî dibe: “Em jî zanebûna ku xeta PAJK’ê xeta Sema, Zîlan, Gulan û bi sedan jinên şehîd e  pêşxistina têkoşînê em wek rûmetê dibînin. Careke din em şehîdên xwe yên Hezîranê bi rêz û hurmet bi bîr tînin, û em soza xwe nû dikin ku em ê ji bo bîranîna wan civakeke azad bi pêşengiya jin ava bikin.”