Ozgen: Pratîka hukûmetê bêbaweriyê zêde dike
Ozgen: Pratîka hukûmetê bêbaweriyê zêde dike
Ozgen: Pratîka hukûmetê bêbaweriyê zêde dike
Ji Şandeya Aqilmendan Lamî Ozgen diyar kir ku polîtîka hukûmetê ya li ser pêvajoya çareseriyê, bawerî nedaye civakê û anî ziman ku, ewê di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîr re, hişyarî û rexneyên xwe bînin ziman. Ozgen got, ew dixwazin weke komek ji Şandeya Aqilmendan, bi Ocalan û rayedarên KCK'ê re hevdîtinê bikin.
Şandeya Aqilmendan, der heqê danûstandinên xwe yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li ser pêvajoya çareseriyê meşandin, raporek amade kir. Rapora her herêmê, nêzî 30 rûpel in. Şande, wê roja Çarşemê saet di 14.00'an de bi Serokwezîr Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bîne. Di vê hevdîtinê de, nûnerên her herêmê wê naveroka raporên xwe pêşkêş bikin. Herçend li nava raya giştî daxwaza dewamkirina xebatên Aqilmendan hebe jî, hukûmetê da xuyakirin ku ev civîn wê bibe civîna "fînalê."
OZGEN: HUKÛMET RÊ LI BER BÊBAWERIYÊ VEDIKE
Serokê Giştî yê KESK'ê û endamê "Şandeya Herêma Anatoliya Başûrrojhilat a Aqilmendan" Lamî Ozgen ji ANF'ê re peyivî û da xuyakirin ku, ewê di civîna roja Çarşemê ya bi Serokwezîr Erdogan re, hem raporan pêşkêş bikin hem jî hişyariyên xwe bikin. Ozgen diyar kir ku, hînê li bajarên Kurdan bawerî bi hukûmetê nîne û got, "Bi taybetî hin pratîkên hukûmetê yên ji destpêka pêvajoyê ve bi ziman, helwest û nêzîkatiya xwe nîşan da, bêbawerî zêde kir. Emê di vê mijarê de hişyariyên xwe bikin. Divê hukûmet beriya her tiştî baweriyê bide civaka Kurd û civaka Tirkiyê. Ziman û çandeke aştiyê ya bi vê armancê, bikar bîne."
Ozgen ragihand ku divê di çarçoveya huqûqa "hevdîtina aliyan" de, mijarên di hevdîtinan de hatine nirxandin bi awayekî zelal bi raya giştî re werin parve kirin û destnîşan kir ku eger civak li navenda pêvajoyê were bicihkirin, wê hem pêvajo hem jî aştî civakî bibe.
Ji Şandeya Aqilmendan Lamî Ozgen anî ziman ku ewê pêwistiya guhertinên qanûnî yên ji bo mafên demokratîk ên gelê Kurd ji Erdogan re ragihînin û got, "Divê ev guhertin, ji bo akûbeta pêvajoyê tavilê destpê bikin.
MERCÊN OCALAN
Ozgen da xuyakirin ku ji ber şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de ye, wan di nava gelê Kurd de fikar û guman dîtine û got, "Ji aliyekî ve hevdîtinan bi Birêz Ocalan re dikin, ji aliyê din ve jî hevdîtina parêzeran tê astengkirin. Divê der heqê mercên tê ragirtin de, gavên erênî bên avêtin. Pêwîste hevdîtinên dema pêş ên Birêz Ocalan pêk bîne, neyên astengkirin, merc werin sererastkirin. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê, pêwistî bi vî karî heye. Emê di civînê de van daxwazên xwe ragihînin."
DÎLGIRTÎ
Ozgen bibîr xist ku di encama operasyonên "KCK"ê de ji ber sedemên siyasî girtin çê bûne û diyar kir ku herçend hukûmetê qebûlkiriye ev hewldan siyasî ye jî, lê hînê li gorî vê tevnegeriyaye. Ozgen got, "Der heqê girtiyan de bendewariyên me hene. Siyasîbûna operasyonên "KCK'ê" ji xwe ji aliyê hukûmetê ve tê qebûlkirin. Divê dev ji vê helwesta siyasî were berdan. Wekî din, divê girtiyên xweş bi qanûnan serbest werin berdan, nexweşên giran tavilê bên dermankirin; zarok û girtiyên nexweş...Der heqê van hemûyan de divê guhertinên qanûnî û gavên demokratîkbûyînê werin avêtin. Ev yek di destê saziya qanûndanînê de ye. Divê parlament di vê mijarê de bi awayekî çalak bixebite."
"EGER PÊVAJO NEYÊ BIKARANÎN..."
Lamî Ozgen da xuyakirin ku mijareke din a ewê ji hukûmetê re qalê bike, der heqê mijara sergerandinê ye û got, "Divê hukûmet, teqez vê pêvajoyê bi nêzîkatiyek sergerandin û taktîkî nenirxîne, weke navgîneke pêvajoya hilbijartinê qet bikar nîne. Nerazîbûnên mezin ên gel di vî warî de hene. Eger ev pêvajo, mîna pêvajoyên berê ji bo xatirê hilbijartinê were bikaranîn, wê şerekî dijwartir destpê bike. Her weha piştgiriya gel a daye vê pêvajoyê jî, wê ji nişka ve ji holê rabe. Ev yek wê ji bo herdu aliyan wendahiyek be."
Ozgen destnîşan kir ku ewê ji Serokwezîr bixwazin ku tevî Kurdan, di vê pêvajoya çareseriyê de pirsgirêkên hemû beşên civakê li ber çavan werin girtin û çareserkirin.
"DIVÊ EM KARIBIN BIÇIN ÎMRALIYÊ, RAYEDARÊN KCK'Ê JÎ BIBÎNIN"
Ozgen diyar kir ku divê rapora Şandeya Aqilmendan amade kiriye, bigihêje ber destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku ew dixwazin bi Ocalan û rayedarên KCK'ê re jî hevdîtinan bikin. Ozgen got, "Hem em hem jî gel dixwaze em rapora xwe pêşkêşî Birêz Ocalan bikin. Em di wê baweriyê de ne, ku divê rapor hem ji aliyê hukûmetê hem jî ji aliyê Kurdan ve were nirxandin. Di vê çarçoveyê de divê şandeyek ji komîsyonê karibe biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bike. Her weha divê me karibin bi rayedarên KCK'ê re jî hevdîtinan bikin. Em dixwazin çavdêriyên xwê yên di raporê de bicih nebûne, bi rayedarên herdu aliyan re parve bikin."