Ozan Zinar hat bîranîn

Ozan Zinar hat bîranîn

Ozan Zinar ku di têkoşîna têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de demeke dirêj ked da, di 2. salvegera mirina xwe de li Navendan Çanda Kurd a Amsterdamê hat bîranin. Di merasîma ji bo bîranîna Ozan Zinar de, hevalên wî yên têkoşînê, Kurdistanî û dostên wî yên şoreşger amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê şehîdên şoreşê yên Kurdistan û cîhanê, heval û dostên Ozan Zinar behsa jiyana 57 salan a wî û kesayetiya wî kirin. Destpêkê Serokê yek ji Meclîsên Gel ên Holandayê Aydin Batman mafê axaftinê girt û diyar kir ku Ozan Zinar ji sala 1980'ê û pê ve bi fedekariyeke mezin li Ewrûpayê ji bo têkoşîna azadiyê kar kiriye û got, "Ji be vê yekê, di kesayetiya Ozan Zinar de em deyndarê hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê ne û bi rêzdarî wan bibîr tînin."

Nûnerê KCK'ê Velî Şengalî jî di çalakiyê de axaftinek kir û diyar kir, ku gelê Kurd di pêvajoya têkoşînê de berdêlên gelekî mezin daye û ewê her tim cangoriyê vê rê bibîr bînin. Şengalî da xuyakirin ku eger îro li dora masa çareseriyê hatiye rûniştandin, ev bi saya şehîdan e û bang li herkesî kir ku xwedî li pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpê kirin, derkeve.

Di çalakiya bîranînê de, hevalên berê yên têkoşînê behsa kesayetî, têkoşîn û bîranînên Ozan Zinar kirin.

Piştî xwarina li ser navê Ozan Zinar hat dayîn, Koma Sîmar stranên Ozan Zinar got.

OZAN ZINAR

Ozan Zinar ku bi strana "Bîz Apoya Soz vermîşîz" (Me soz daye Apo) tê naskirin, di sala 1954'an de li gundê Ekecîk ê Aksarayê hat dinê. Ozan Zinar di 16 saliya xwe de têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê nas kir û ji bo têkoşîn li nava Kurdên li Ekecîkê belav bibe, kedeke mezin da. Weke karker di sala 1972'an de hat paytexta Holanda Amsterdamê 3u di 18 saliya xwe de li Kargeha Fort xebigtî. Li vê derê jî têkoşîna sendîkayî da û cara yekemîn di sala 1976'an de li Komeleya HTÎB dest bi xebatên xwe yên hunerê kir. Bi navê Ozan Harabî konser da.

Di sala 1982'an de bi komeke ji welatparêzan re di avakirina Navenda Çanda Kurd a Amsterdamê û di sala 1983'an de jî di avakirina Huner-Kom'ê de cih girt. Dûre tevlî Koma Berxwedan bû û di radyoya Botanê ya li Asterdamê dest bi weşanê kir, cih girt. Stranên Ozan Zinar ên bi nav "De Bimeş", "Mendo Tuye", "Mûnzûr Çayi" tên naskirin.

Ji ber nexweşiya kanserê, 3 hefteyan li Nexweşxaneya Medîkal VU Amsterdamê hat dermankiri, lê belê di 29'ê Gulana sala 2011'an de çavên xwe li jiyanê girt