Oremar hate topbaran kirin

Oremar hate topbaran kirin

Ji navçeya Gever ya Colemêrgê ber bi Şemzînan û herêma Oremarê ve veguhestina leşkerî tê kirin, her wiha Tabûra Oremar, Geper û girên stratejîk topbaran dike.

Hate hînbûn ku, ji Geverê cebilxane û leşker vediguhezin Oremar û Şemzînanê. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, du rojên dawî di demjimêrên şevê de veguhestina gelek wesayîtên kîrpî û cebilxaneyên leşkerî têne kirin.

Hate ragihandin ku, ji Tabûra Oremarê, Geper û herêmên stratejîk topbaran dike.

Hate hînbûn ku, ji ber sedema topbarana dê endamên Komisyona Şopandinê sibe ji Geverê biçin Oremarê.