Operasyonên 'KCK' li 12 navenda hatin şermezarkirin

Operasyonên 'KCK' li 12 navenda hatin şermezarkirin

Bi  boneya 4'emîn salvegera operasyonên KCK'ê yên di 14'ê Nîsna 2009'an de dest ê kir û nêzî 10 hezar siyasetmedar, parêzer, rojnameger, parazvanên mafên mirovan û akademîsyen hatin girtin, li 12 navendan çalakî hatin lidarxistin. Li Qoser, Dêrik, Nisêbîn, Şemrex, Kerboran, Midyat, Cizîr, Sîlopî, Bêşebab, Hezex, Sêrt û Îzmirê bi meş û xwepêşandanan çalakî hatin lidarxistin.

MÊRDÎN

Di 14'ê Nîsana 2009'an de li dijî siyasetmedar û şaredarên kurd operasyon hatin lidarxistin û operasyonan heta 2013'an berdewan kir. Di operasyonan de zêdeyî 10 hezar siyasetmedarên kurd ku di navde rêveberên BDP'ê, şaredar, nûnerên saziyên jinan, kedkar, parazvanên mafên mirovan, parêzer, rojnaneger û hîndekar ji hebûn hatin girtin. Der barê 10 hezaran kesan de doz û lêpirsîn hatin vekirin. Bi minasebeta 4'emîn salvegera operasyonên KCK'ê yên di 14'ê Nîsna 2009'an de dest ê kir û nêzî 10 hezar siyasetmedar hatin girtin de li Qoser, Dêrik, Nisêbîn, Şemrex, Midyat û Kerboranê çalakî hatin lidarxistin. Bi sedan kesên li ber avahiya Şaredariya Qoserê kombûn, heta Qonaxa Hikûmetê ya Qoserê meşiyan û li vir daxuyanî dan. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Di meşê de Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz, axaftinek kir û diyar kir ku di 14'ê Nîsana 2009'an de dewletê di bin navê "KCK"ê de xwest siyaseta kurdan perçe bike û tune bike û wiha got: "Em vê operasyona dewletê û hikûmetê şermezar dikin. Ev operasyona komkujiya siyasî tu fêde neda Tirkiyeyê. Bi hezaran girtiyên siyasî yên ji doza KCK'ê hatin girtin bedena xwe dan ber mirinê û deriyê aştiyê li Tirkiyeyê vekir. Birêz Abdullah Ocalan, vîn û biryara hezaran girtiyên siyasî ku bedena xwe dan ber mirinê û aştî xwestin silav kir. Mîmarê aştiyê ku li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin Birêz Ocalan e. Divê dewlet û hikûmet jî bersîvê bide vê yekê û gavên şênber bavêje. Divê hikûmet û dewlet li ser masê rûnê û samîmî tev bigere.

'NE QEREQOL BILA AŞTÎ BÊ AVAKIRIN'

Li navçeya Dêrika Mêrdînê jî Rêxistina BDP'ê ya Dêrikê bi heman armancê meşek pêk anî û daxuyanî da çapemeniyê. Bi sedan kesên li ber avahiya BDP'e kom bû heta Qonaxa Hikûmetê meşiyan û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Girsê di meşê de dowîzên "Ne Qereqol bila aştî bê avakirin", "Bila zindan bê valakirin û girtî bên berdan" û "Em êrîşên li Zanîngeha Dîcleyê şermezar dikin" rakirin. Komê bê navber siloganên "Zext me bêzar nakin" û "Bijî Serok Apo" erz kirin. Piştî meş bi dawî bû li ber Qonaxa Hikûmetê Rêveberê BDP'e yê Dêrikê Welat Gokalp, daxuyanî da û operasyonên 14'ê Nîsanê şermezar kir.

'GER KU HÛN JI DIL BIN GIRTIYÊN SIYASÎ SERBEST BERDIN'

Li navçeya Nisibênê ya Mêrdînê jî bi heman armancê gelek kesên li ber avahiya BDP'ê kom bûn, li gel aktîvîstên DOKH'ê heta avahiya Edliyeyê meşiyan. Di meşê de pankarta "Di pêvajoya nû de samîmiyeta xwe nîşan bidin! Girtîgeha vala bikin", "Heta ku Rêber Apo azad bibe dê serhildana me ber bi serkeftinê ve mezin bibe" vekirin. Girsê li ber avahiya Edlieya Nisêbkînê bê navber siloganên "Girtiyên siyasî rûmeta me ye", "Ocalan", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" û "Disa disa serhildan Serokê me Ocalan" berz kirin. Li ser navê komê Serokê BDP'a Nisêbînê Abdulbari Eren, operasyonên 14'ê nîsanê şermezar kir û diyar kir ku gelê kurd li hemberî van operasyonan bi ser ketiye. Eren, da zanîn ku dewletê bi van operasyonên siyasî xwest mafê gelê kurd ê mirovahî û sincîe ji destê wî bigire û rêxistina wan perçe bike û wiha got: "Em bang li hikûmet û dewletê dikin û dibêjin we 10 hezar kurd di bin navê KCK'ê de girtin. Ger ku hûn di vê pêvajoyê de samîmî bin divê hûn hemû girtiyên siyasî serbest berdin."

Komê piştî daxuyaniyê siloganên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "Ocalan" qêriyan.

LI ŞEMREXÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ

Rêxistina BDP'ê ya Şemrexê jî bi heman armancê bi komî li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê BDP'a Şemrexê Îbrahim Çoko, diyar kir ku kurd li gel operasyonên mezin dîsa di hilbijartinan de bi ser ketin. Lê ji ber ku hikûmetê ev serkeftina wan tehamul nekir operason berdewan kirin.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jî bi heman armancê Rêxistina BDP'ê ya Kerboranê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. BDP'ê li vir jî pankart û dowîzên ku AKP'ê şermezar dike vekir û siloan berz kirin. Serokê BDP'a Kerboranê Selîm Kiliç daxuyanî da û operasyon şermezar kir.

Li navçeya Midyatê ya Mêrdinê jî koma ku li ber avahiya BDP'ê kom bû daxuyanî da û operasyon şermhezar kirin.

CIZÎR

Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê bi armanca salvegera operasyonên bi navê KCK'ê meşek li dar xist. Bi sedan kes li ber avahiya Şaredariya Cizîrê ya kevin hatin cem hev û heta Edliyeya Cizîrê meşiyan û çelenga reş darnî ber avahiyê. Di meşêş de "Gitiyên KCK'î rûmeta me ne", "PKK gele gel li vir e", "Bijî Serok Apo" û "Ocalan" hatin berzkirin. Piştî meşê Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Cizîrê Mahsun Seçen daxuyanî xwende û wiha got: "Di encama zextên bi salane li ser gelê kurd pêk tên bi hezaran hevalên me hatin girtin. Herî dawî di bin navê KCK'ê de li dijî siyasetmedarên kurd operasyon hatin meşandin. Hevalên me tenê ji ber ramanên xwe hatin girtin."

SÎLOPÎ

Li navçeya Sîlopiyê ji bi heman armancê bi sedan welatiyên li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev ber bi Kolana Hûnerê ve meşiyan. Di meşê de pankratên "Heta dawiya cîhanek bê şer, welatek azad, serokatiyek azad u jiyanek bi rumet" û "Bila tecrîd bi dawî bibe û girtiyên dîl hatin girtin serbest bên berdan" hatin vekirin û sloganên "Zext me bêjar nakin" û "Destên dirêjî aştiyê dibin bişkên" hatin berzkirin. Li ser navê girseyê Dayîkên Aştiyê bi dîwarê edliyeyê ve pateyê reş daqliqandin. Piştî meşê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Sîlopiyê Mahsun Kunur daxuyanî xwende û xwest ku hevalên ên girtî demildest serbestê bên berdan.

ELKÊ

Rêxistina BDP'ê ya Elkê jî bi heman armancê meş li dar xistin û çelenga reş danîn ber edliyeyê. Di meşê de gelek slogan hatin berzkirin. Rêveberê BDP'ê y navçeyê Ozgur Ulaş axaftinekî kin kir û xwest siyasetmedarên kurd serbest bên berdfan.

HEZEX

Rêxistina BDP'ê ya Hezexê jî bi heman armancê meş hate lidarxistin. Di meşê de wêneyên şaredarên girtî hatin hilgirtin û pankarta "Kelepçe li vîna me nayê xistin." di dîwarê Qonaxa Hikûmetê ve hate daliqandin. Wekîlê Şaredarê Hezexê Selahattîn Acar û rêveberên BDP'ê çelenga reş danîn ber avahiya hikûmetê. Hasan Yalman diyar kir ku divê şaredarên girtî û siyasetmedarên kurd serberst bên berdfan.

SÊRT

Li Sêrtê jî bi heman armancê meş hate li dar xistin. Rêveberên BDP'ê, Şaredarê Sêrtê Selmî Sadak, Dayîkên Aştiyê, ÎHD,TUHAD-DER, MEYA-DER, NÇM û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Piştî meşê Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Sêrtê Îbrahîm Şen axivî û diyar kir ku 4 salin hikûmeta AKP'ê li hemberî siyasetmedarên kurd tevgera tunekirinê da destpêkirin lê şûna tevgera siyasî ya kurd xilas bibe tevgera kurd û BDP bi hêz bû.

ÎZMÎR

Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê jî bi heman amrancê li ber Sumerbanqa kevin daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya gelek kes tevlî bûn de sloganên "Girtiyên şoreşger rûmeta me ne" hatin berzkirin. Li ser navê komê Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Îzmîrê Cemal Kaplan axivî û diyar kir ku bi operasyonan vîna gel hate girtin û wiha got: "Kesên hatin girtin bi salan derneketin dadgehan." Kaplan xwest ku hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.