Operasyona YPG'ê li gundên Efrînê dewam dike
Operasyona YPG'ê li gundên Efrînê dewam dike
Operasyona YPG'ê li gundên Efrînê dewam dike
Operasyona YPG'ê ya li gundên Efrînê, ku li ser êrişa komên çete destpê kir, dewam dike. Hêzên YPG'ê, li sêgoşeya gundên Cilbir, Bênê û Dêrcêmêl l dijî nuqteyên lêgerînê yên komên çete çalakî lidar xistin. Hêzên YPG'ê her weha li Şêrewa 20 kîlo esrar a ji bo firotinê hatibû amadekirin, zevt kir.
Hêzên YPG'ê yên li gelek gund û nuqteyan komên çete derxistin, di çarçoveya operasyona xwe de doh li Şêrewa bû. Hêzên YPG'ê li Şêrawa li komên çete rast nehat û di encama lêgerînên xwe yên li gund de 20 kîlo esrara ji bo firotinê hatibû amadekirin, zevt kir. Esrar hat bi dest xistin, li meydana gund li ber çavê gundiyan hat şewitandin.
Ji aliyê din ve, hêzên YPG'ê, li sêgoşeya gundên Cilbir, Bênê û Dêrcêmêl l dijî nuqteyên lêgerînê yên komên çete çalakî lidar xistin. Di şerê kin ê li vê derê de, hat ragihandin ku 2 endamên komên çete hatine kuştin.
Wekî din hat hînbûn ku balafirên şer ên rejîma Beesê jî, doh bi şev derdora balafirgeha Minih û Anadan bombebaran kirine. Ji ber bombebaranê xisareke mezin a maddî rû da, lê nayê zanîn ka tiştek bi kesî hatiye yan na.