Operasyon û bombebaran didomin
Operasyon û bombebaran didomin
Operasyon û bombebaran didomin
Hat ragihandin ku artêşa Tirk li Agiriyê li dijî gerîlayan dest bi operasyonekê kirin û herêma Oremar a li navçeya Gevera Colemêrgê û çiyayê Gabar ê Şirnexê hatin bombebarankirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina Hêzên Parastina Gel, bi daxuyaniyekê aşkere kir ku deverên Şehîd Xafur û Şehîd Karker ên li Oremara Geverê ji aliyê artêşa Tirk ve duh saet di 18-24 de bi obîs û hewanan hatine bombebarankirin.
Her wiha hate aşkerekirin ku balafirên keşfê roja 12’ê nîsanê li ser çiyayê Gabarê yê Şirnexê geriyan û piştre çiya bi obîs û hewanan hate topbarankirin.
Navenda Çapmenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku roja 11’ê nîsanê artêşa Tirk li Kilê Êlê ya li quntara çiyayê Agiriyê bi hinceta tedbîqatê dest bi operasyonê kiriye û operasyon li ser sînorê Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê didome.
Navenda Çapemeniyê HPG’ê da zanîn ku li derdora girê Elemûn û Kurikê Omer ên li ser xeta sînor a navçeya Qilaban a Şirnexê, artêşa Tirk piştî balafirên keşfkê dest bi operasyonê kirine û li herêmê kemîn tên danîn.