Oktayi yê HPG'yî ji aliyê bi hezaran ve hat veşartin
Oktayi yê HPG'yî ji aliyê bi hezaran ve hat veşartin
Oktayi yê HPG'yî ji aliyê bi hezaran ve hat veşartin
Yek ji du gerîlayên HPG'ê yên cenazeyên wan li Çiyayê Çiravê hat dîtin Sadik Oktay (Rizgar), li Erûhê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hat veşartin.
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Mahmût Tadik (Serhat Botan) û Sadik Oktayi (Rizgar) ên li Çiyayê Çiravê ji aliyê welatiyan ve hatin dîtin, piştî karûbarên KNA yên li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê, radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Sadik Oktayi (Rizgar) doh êvarê li ser rêy Sêrt-Dihê, li gel Endama Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Saadet Becerîklî, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bajêr Mehmet Ata Înan, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredarê Misricê Necat Yilmaz, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, endamên TUHAD-DER, MEYADER, NÇM, meclîsên bajêr û şaredariyan, ji aliyê bi sedan kesî ve bi dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e" hat pêşwazîkirin. Karwanek ji sedan wesaîtî cenazeyê Oktay xist ser rêya Dihê. Cenaze li gundê Giyanis û gundên din ên Dihê ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin.
Darbesta Oktayi ji Dihê ji ambûlansê hat danîn û girseya gel ew hilgirt ser milê xwe û ket ser rêya Goristana Dihê. Li goristanê jî piştî wecîbeyên olî, cenazeyê gerîlayê HPG'ê bi tililî û dirûşman hat veşartin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê Şaredarê Dihê û birayê gerîlayê HPG'ê Melîk Oktayi axivî û diyar kir ku hatina cenazeyan di pêvajoya çareseriyê de cihê xemgîniyê ye û got, "Di encama têkoşîna bi berdêla canên ciwanên Kurd de, îro gelê Kurd hema hema li her qadê zimanê xwe yê dayikê dikare bikar bîne. Mîna dema bihurî, ji niha û pê ve jî gelê Kurd wê li zarokên xwe xwedî derkeve."
Piştî axaftinan, jinên beşdarî merasîma cenaze bûn li goristana sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Girseya gel a beşdarî merasîmê bû, piştre bi awayekî girseyî çû konê sersaxiyê yê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya navçeyê hatiye vedan.