Odeya Tabîban: Rêveçûna pêvajoyê bi tenduristiya Ocalan ve girêdayî ye

Odeya Tabîban: Rêveçûna pêvajoyê bi tenduristiya Ocalan ve girêdayî ye

Piştî serlêdana Yekitiya Tabîban a ji bo çûyîna Îmraliyê, Odeyên Tabîban ên li Kurdistanê daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku selametiya pêvajoyê bi tenduristiya Ocalan ve girêdayî ye. Odeyên Tabîban dan xuyakirin ku ew amadene biçin serdana Ocalan.

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest heyetek ji doktorên serbixwe ji ber pirsgirêkên tenduristiya wî were Îmraliyê, Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) serî li Wezareta Edaletê da û xwest ji bo kontrolkirina tenduristiya Ocalan biçe Girava Îmraliyê. 10 Odeyên Tabîban ên li Bakurê Kurdistanê jî ji bo balê bikşînin se rewşa tenduristiyê ya Ocalan û kontrolên tenduristiyê tavilê bên kirin, li Odeya Tabîban a Amedê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Li ser navê Odeyên Tabîban ên Amed, Êlih, Mêrdîn, Wan-Colemêrg, Sêrt, Agirî, Şirnex, Bêdlis, Mûş û Semsûrê, Serokê Odeya Tabîban a Amedê Kemal Karadaş li civînê axivî û bal kişand ser rewşa xeter a tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. 

Karadaş da xuyakirin ku kesayetê herî girîng ê vê pêvajoyê dikare bi pêş ve bibe Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û destnîşan kir ku ji bo pêvajo bimeşe, divê herkes di haya rol û mîsyona Birêz Ocalan de bin.

Karadaş bibîr xist ku Ocalan zêdeyî 14 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û got, "Birêz Ocalan dibêje 'bêhna min diçike, di devê min de birîn vebûne, her roj çavê min dişewite, hêsir jê tê, poz û qirika min dişewite.' Ev yek nîşan dide ku Ocalan xwedî pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê ye."

Karadaş ragihand ku pirsgirêkên tenduristiyê yên Ocalan ketiye rewşeke kronîk û anî ziman ku piştî muayneya heyeteke doktorên serbixwe, divê Birêz Ocalan rakin Nexweşxaneyeke xwedî derfetên mezin. Karadaş destnîşan kir ku bi xizmeta tenduristiyê ya ji rêzê, pirsirêkên Ocalan nikare bê çareserkirin û xwest, mafê hemû girtiyan ê dermankirina li nexweşxaneyê, ji bo carekê be jî ji Ocalan re bê naskirin.

"TENDURISTIYA OCALAN DI BIN BERPIRSYARIYA HUKÛMETÊ DE YE"

Karadaş diyar kir ku tenduristiya Ocalan di bin berpirsyariya hukûmetê de ye û got, "Ji ber ku Ocalan aktorê sereke yê pêvajoya çareserî û aştiyê ye, tenduristiya wî qat bi qat girîngtir e. Serketina pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyê, yekser bi tenduristiya Ocalan ve girêdayî ye. Divê hukûmet û wezareta pêwendîdar tavilê bikevin nava tevgerê û ji bo çareserkirina gumanên heyî, heyeteke doktorên serbixwe yên pispor, bişîne Girava Îmraliyê."

"EM AMADE NE BIÇIN SERDANA OCALAN"

Karadaş anî ziman ku ew başkirina mercên Ocalan tê de ye, weke berpirsyariyeke dîrokî dibînin û xwest, ji serlêdanên Odeyên Herêmê yên TTB, Konseya Navendî ya TTB û Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê re Wezareta Edaleta bersiveke erênî bide û ew amade ne heyeteke serbixwe ya doktoran ava bikin û biçin serdana Ocalan.

Serokê Odeya Tabîban a Mêrdînê Kamûran Yildirim jî di civînê de bi Kurdî daxuyanî da û xwest, Wezareta Edaletê tavilê bersivê bide serlêdanan.