Ocalan wê piştî 15 rojan nirxandineke berfireh bike
Ocalan wê piştî 15 rojan nirxandineke berfireh bike
Ocalan wê piştî 15 rojan nirxandineke berfireh bike
Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan da xuyakirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li benda gavên dewletê ye û got, "Ocalan wê du hefteyan li rewşê binêre û li gorî vê yekê, wê nirxandineke berfireh bike." Bûldan diyar kir ku ewê sibê jî bi Wezîrê Edaletê Sadûllah Ergîn re hevdîtinê bikin.
Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan bi rêya telefonê beşdarî bernameya Aktuel a NÛÇE TV bû û der heqê hevdîtina xwe ya dawî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di 7'ê Hezîranê de pêk anî bû, agahî da.
Bûldan da xuyakirin ku hevdîtina wan gelekî girîng û çêker derbas bû û diyar kir ku tenduristî û moralê Ocalan li cih bû û got, "Bêguman divê ez destnîşan bikim, ku bendewariyên Birêz Ocalan hebûn. Nexşeya Rê ya ji 3 qonaxan amadekiribû. Di qonaxa yekemîn de avakirina komîsyonan û vekişîn hebû. Di qonaxa duyemîn de jî ji bo pêşî li siyasetê were vekirin, qanûn û destûra bingehîn nîşan dabû. Qonaxa yekemîn li ber temambûnê ye. Lê em dibînin hînê ji bo qonaxa duyemîn ti gav nehatine avêtin. Ev yek hem nêrîna Birêz Ocalan e hem jî nêrîna me ye."
KONFERANS
Bûldan diyar kir ku Ocalan bal kişandiye ser girîngiya konferansên li Enqere, Amed, Hewlêr û Brukselê û weha peyivî: "Wî got encamên herçar konferansan girîng e. Got, encamên konferansên Amed, Hewlêr û Brukselê wê dîrokî bin. Me danezanên encamê yên Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya Enqerê û Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn a Amedê, dan wî. Ewê van danezanan bixwîne û dûre nêrînên xwe parve bike. Bal kişand ser girîngiya konferansa di 15-16'ê Hezîranê de li Amedê were lidarxistin. Destnîşan kir ku yekitiya netewî ya Kurdan gelekî girîng e. Ev konferansê di demeke gelê Kurd ber bi azadiyê ve dimeşe de, wê ji bo yekitî û biratiya wan pêk were. Ya li Amedê were lidarxistin, wê bi navê Konferansa Yekitî û Çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê pêk were. Birêz Ocalan diyar kir, ku biryarên ji vê konferansê derkevin holê, hem ji bo wekhevî û azadiya gelê Kurd wê girîng be, hem jî ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn ewçend girîng be. Got ku divê konferans bi 2 rojan sînorkirî nemîne. Divê komîsyona şopandinê bê avakirin. Çavdêriyên wan girîng e. Divê gelek caran konferansên xwe li hev kom bikin."
LI HEMBERÎ VETOKIRINA ONDER, NERAZÎBÛN
Bûldan da xuyakirin ku Ocalan silav li berxwedana Parqa Gezî kiriye û destnîşan kiriye, ku divê çalakiyên li Enqere, Îzmîr û Edenê tênekirin cûda bê nirxandin. Bûldan anî ziman ku Ocalan hişyarî daye da ku ev berxwedan nekeve ser rêya netewperest û darbekaran û der heqê vetokirina çûyîna Sirri Sureyya Onder de jî weha peyivî: "Haya Birêz Ocalan jê tinebû. Ji me pirsî ka Birêz Onder li ku ye, me jî jê re got, hukûmetê ew veto kir. Me jê re got, ji ber Parqa Gezî hukûmetê ew ji nava şandeyê derxist. Birêz Ocalan got, ew vê qebûl nake, divê ew jî di nava şandeyê de cih bigire û girînge di nava 15 rojan de hevdîtineke din pêk were. Emê sibê bi Birêz Wezîrê Edaletê re hevdîtinê bikin. Emê hevdîtina xwe ya bi Birêz Ocalan re û rêveçûna ji niha û pê ve bi Birêz Wezîr re biaxivin. Em hêvîdarin wê ji niha û pê ve krîzên din rû nedin. Girîng e ku şande bi rêk û pêk biçin û her şande ji aliyê partiya me ve were diyarkirin. Divê hukûmet ji niha û pê ve nebêje ezê biryarê bidim kiyê biçe kî naçe."
PIŞTÎ 15 ROJAN NIRXANDINEKE BERFIREH
Bûldan der heqê mercên Ocalan de agahî da û got, "Ocalan got, di şert û mercên ez tê de me de, ti guhertin nîne. Dibe ku ji niha û pê ve bê kirin. Ez dixwazim 15 rojan temaşe bikim, dûre ezê nirxandineke berfirek a pêvajoyê bikim."
Bûldan diyar kir ku Ocalan bi rêya televîzyona li odeya xwe rojevê dişopîne û anî ziman ku rojname jî hefteyê carekê diçin. Bûldan anî ziman ku Ocalan hewl dide pêvajoyê ji televîzyonê bişopînê û wê piştî 15 rojan nirxandineke berfireh a pêvajoyê bide.