Ocalan silav li gelê Dêrsimê kir
Ocalan silav li gelê Dêrsimê kir
Ocalan silav li gelê Dêrsimê kir
Kongreya 2. a Rêxistina BDP'ê ya Dêrsimê, bi şiyara "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" bi beşdariya bi hezaran pêk hat. Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe ya li vê derê de silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li gelê Dêrsimê anî ziman.
Rêxistina BDP'ê ya Dêrsimê bi şiyara "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" Kongreya xwe ya 2. a Awarte lidar xist. Kongre li Salona Sporê ya Ataturk pêk hat û bi hezaran kes beşdar bûn.
Li gel rengên kesk, sor û zer û alên BDP û DOKH'ê, salona kongreyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dane, hat xemilandin.
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, endamên Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê, Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, nûnerên EMEP, ESP, TKP, HDP, saziyên Elewiyan, Rêxistinên Civakî yên Sivîl, Komeleya Kayeyên Dêrsimê, Şaredarê Pêrtagê Kenan Çetîn, Şaredarê Xozadê Cevdet Konak, Şaredarê Pilûrê Mûstafa Sarigul, Şaredarê Magêrdê Tekîn Tûncer û hunermend Ferhat Tûnç di kongreyê de cihê xwe girtin. Bi destnîşankirina dîwanê re, kongre bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û bi yek dengî sirûda "Çerxa Şoreşê" hat gotin.
Piştre Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş axaftina vekirinê ya kongreyê kir û bal kişand ser pêvajoya dîrokî ya gelê Kurd tê de ye. Demîrtaş got, "Ev sed sal in, gelê me di pêvajoya dîrokî re derbas dibe. Bi sedan salane em li ser vê axê pêvajoyên dîrokî dijîn. Niha jî em di asta herî girîng a pêvajoyê de ne. Nefesek di vê pêvajoyê de were stendin jî gelekî girîng e. Eger em di vê pêvajoyê de bi hev re tevnegeri, bi gelên li Rojhilata Navîn re nebin yek, em nikarin bibin serî. Dîrokê her carê ev rastî nîşanî me da. Eger îro me li Dêrsimê ev giyana yekitiyê afirandine, em gelekî kêfxweş in."
Demîrtaş ragihand, ku ji bo azadiya gelan divê hemû derfet werin bikaranîn û got, "Wezîfeya me ya îro ya dîrokî ewe ku ji bo azadiya gelên bindest, bikaranîna hemû derfetan e. Eger em vê firsenda dîrokî ji dest birevînin, emê di pêşerojê de nikaribin li rûyê nevî û zarokên xwe binêrin. Eger em dixwazin pêşerojeke bi rûmet bidin nifşên nû, ev dem dema wê ye. Em baş dizanin, di demên berê de çiqas êş hat kişandin, çiqas berdêl hatin dayîn. Gelê Kurd, gelê Elewî, gelê tevahiya Kurdistanê, êş û zilma herî mezin dîtin."
Demîrtaş bal kişand ser girîngiya yekitiya gelan û got, "Di dîrokê de, çi hatiye serê me ji ber perçebûna me ji ber cûdabûna me ji hev, hatiye serê me. Divê em gunehê di vê mijarê de neavêjin ser milê xerîban. Faşîst ji xwe faşîst e. Zordar ji xwe zordar e. Ew karê xwe dikin. Ew faşîzmê dikin, zordariyê dikin. Ya girîng em çi dikin? Em li dijî zilmê çawa li ber xwe didin? Li dijî faşîzmê em çawa li ber xwe didin? Em bi hev re li ber xwe didin? Em dest didin hev?"
Demîrtaş ragihand ku bi pêvajoyê re firsendeke girîng hatiye pêşiya gelên Rojhilata Navîn û weha peyivî: "Encama ji hevdîtinên me derketiye holê ev e. Li pêşiya hemû tevgerên gel ên li Rojhilata Navîn firsendeke mezin heye. Li pêşiya gelê Kurd jî li pêşiya tevahiya gelên li Tirkiyê jî. Dibe ku heta roja îro derfetên me kêm bûn. Lê belê bi saya nirxên di salên dirêj de hatine afirandin, em tevgereke xurt a gel in. Bêguman di vê de pareke girîng a şoreşgeran heye. Lê belê Kurdan rêxistinbûyîna xwe gav bi gav neqişandin û veguherandin rastiya gel. Niha li Rojavayê Tirkiyê jî êdî mirov bi rastiyan hesiyane. Bi giyana azadkirinê ya têkoşînê hesiyane. Ev ji bo gelên Tirkiyê firsendeke. Ji bo bi destxistina azadiyê, firsendeke."
Demîrtaş da xuyakirin ku Ocalan bi baweriya xwe ji gel re dest bi pêvajoyê kiriye û got, "Min silavê Birêz Ocalan ji gelê Dêrsimê re anî. Ji aliyê Birêz Ocalan ve pêvajoyek hatiye destpêkirin. Birêz Ocalan, bi baweriya ji AKP û Erdogan ev pêvajo neda destpêkirin. Ji we, ji gelê xwe piştrast bû, lewma dest bi pêvajoyê kir. Ji xwe em ji Erdogan bawer nakin. Em di vê pêvajoyê de ji xwe bawer dikin. Rastiyeke şer heye ku bi salan hêrsa vî gelî nixumand. Niha ev şerê qirêj rawestiya û êdî gel hêrsa xwe li kolanan li meydanan nîşan dide. Dewlet û deshilatdar, ti carî mafên bindestan di sêniya zêr de radest nakin. Ji bo wergirtina van mafan, divê gel li ber xwe bidin. Pêwîste pêşeniya vê jî jin û dayik bikin. Ji ber ku herî zêde û baş, rêxistinbûyîn ji aliyê jinan ve tê kirin."
ŞAREDARÊ PILÛRÊ YÊ CHP'YÎ TEVLÎ BDP'Ê BÛ
Piştî axaftinê, Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş rozeta BDP'ê bi Şaredarê Pilûrê Mûstafa Sarigul ê ji CHP'ê îstifa kir û derbasî BDP'ê bû, kir. Sarigul da xuyakirin ku wî ji ber helwesta CHP'ê ya di mijara pêvajoya aştiyê de, ji partiya xwe îstifa kiriye û destnîşan kir, ku ewê ji niha û pê ve xizmet û siyaseta xwe li nava refên BDP'ê dewam bike.
Dûre raporên malî û kar hatin xwedin. Li dû raporan jî bi yek lîsteyê hilbijartin hat kiirn û ji bo Serokatiya Rêxistina BDP'ê ya Dêrsimê Ergîn Dogrû hat hilbijartin. Ji bo desteya rêvberiyê jî Sînan Kirmiziçîçek, Denîz Kazan, Sonmez Aydin, Gulsever Yildiz, Leyla Akyildiz, Necla Kiliç, Muhîp Gursonmez û Mahmût Aytaç hatin hilbijartin.