Ocalan: Pêvajo bi yekalî nameşe

Ocalan: Pêvajo bi yekalî nameşe

"Qonaxa yekemîn a pêvajoyê, ji bo min di 1'ê Hezîranê de temam bûye. Em li ber destpêkirina qonaxa duyemîn in, lê hîn pêşketin nîne. Ev pêvajo bi yekalî nameşe, divê tavilê gav bên avêtin." Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina bi birayê xwe de ev hişyarî da.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku duh çû Îmraliyê detayên hevdîtina xwe ya bi Ocalan re ji DÎHA'yê re rave kir. Mehmet Ocalan diyar kir ku ji ber şewata li dev, qirik û pozê Ocalan nexweş e û anî ziman ku, ev yek bandoreke neyînî li fîzîka Ocalan kiriye. Mehmet Ocalan ragihand ku Ocalan gulereşandina leşkeran li girseya gel a şermezarkirina qereqola li Licê nirxandiye û gotiye, "Min ji çapemeniyê bihîst, ku gule li gel hatiye reşandin. Ez ji vê derê, ji malbata ciwanê bi navê Medenî Yildirim ê jiyana xwe ji dest da re, sersaxiyê dixwazim. Ji birîndarên li nexweşxaneyan jî şîfa dixwazim."

Mehmet Ocalan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajo jî nirxandiye û gotiye "Qonaxa yekemîn ji bo min di 1'ê Hezîranê de bi dawî bûye. Dibe ku ji bo hin kesan temam nebû be. Em li ber destpêkirina qonaxa duyemîn in, lê zêde pêşketin nîne. Divê bi lezgînî gav bên avêtin. Ev pêvajo bi yekalî nameşe. Dibe ku di nava hefteyek du hefteyên din de heyek ji BDP'ê bê vê derê. Emê bi wan re nîqaş bikin, binirxînin."

'EGER HEYETEK JI DOKTORÊN SERBIXWE BÊ, WÊ BAŞ BE'

Mehmet Ocalan diyar kir ku ji ber şewata li dev, qirik û pozê Ocalan nexweş e û wî dîtiye ku vê yekê bandoreke neyînî li fîzîka wî kiriye. Mehmet Ocalan got, "Birayê min got; Hem di devê min de birînên biçûk çê bûne, hem jî şewatek di hundurê qirik û pozê min de heye. Mîna ku îsot pê ketiye, dişewite. Ev şewat hertim heye. Dibe ku ez rojê sed carî çavên xwe paqij dikim. Timî çavên min dişewite û hêsir tên. Ji ber vê yekê, eger heyetek ji doktorên serbixwe were, wê baş be."

Mehmet Ocalan jî der heqê vê mijarê de ev nirxandin kir: "Beriya her tiştî, li ser tenduristiya mirovekî siyaset nayê kirin. Bêguman tiştekî zêde jê guman bê kirin tineye. Lê pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene. Divê heyeteke doktoran a serbixwe biçe wê derê. Yê ku vê bike jî hukûmet e. Em vê ji hukûmetê dixwazin. Rewşa Abdullah Ocalan diyar e. Divê ji bo wî, ev yek di dema herî nêz de bê kirin."

'DIVÊ HUKÛMET LICÊ LÊ BIKOLE, TAVILÊ RONÎ BIKE'

Mehmet Ocalan da xuyakirin ku Ocalan bûyera di dema protestoya çêkirina qereqola li Licê rû da nirxandiye û diyar kir ku Ocalan di vê mijarê de ev nirxandin kiriye: "Ev rêveçûneke baş nîne. Li Licê herkesî dît ku ciwanek ji pişt ve hatiye kuştin. Bi qasî min ji çapemeniyê şopand, bi vî rengî ye bûyer. Rapora Odeya Tabîban a Amedê jî vê yekê piştrast dike. Dîsa 2 jê giran 10 kes jî birîndar dibe. Ez ji vê derê, ji malbata Medenî Yildirim ê jiyana xwe ji dest da re, sersaxiyê dixwazim, ji birîndarên li nexweşxaneyan jî şîfayê dixwazim. Ev rêveçûn ne baş e. Divê hukûmet der heqê Licê de barê dikeve ser milê xwe bicih bîne û bûyerê lêkolîn bike. Divê bûyer were lêkolînkirin û ronîkirin. Em li hêviya vê ne."

'JI BO MIN QONAXA YEKEMÎN TEMAM BÛYE'

Mehmet Ocalan anî ziman ku Ocalan li ser pêvajoyê jî nirxandin kiriye û ev nirxandina wî anî ziman: "Ez di nava çar dîwaran de me. Hûn rewşa min dibînin. Di nava van şertan de tişta ez dikarim bikim, ev e. Ez tişta ji destê xwe têm dikim. Ezê têkiliyê bi kê re deynim. Vêya dewlet jî dizane, hukûmet jî dizane. Divê malbat û parêzer bi awayekî qanûnî bên vê derê. Di van şertan de ev ji destê min tê. Qonaxa yekemîn ji bo min di 1'ê Hezîranê de temam bûye. Ji bo hin kesan neqediya be jî, ji bo min temam bûye. Hindik maye qonaxa duyemîn destpê bike, lê zêde pêşketin nîne. Ev pêvajo bi yekalî nameşe. Dibe ku di nava hefteyek an jî du hefteyên din de heyeta BDP'ê were vê derê. Emê bi wan re binirxînin. Eger tê xwestin ev pêvajo dewam bike, hingî divê ev şert werin guhertin. Divê ez karibim bi herkesî re têkiliyê deynim. Ev pêvajo, pêvajoyeke bi vî rengî ye. Ji mehê carekê bi çûn û hatina heyetekê nabe. Ji bo min qonaxa duyemîn bi dawî bûye. Ji bo derbasbûna qonaxa duyemîn jî hertişt li holê ye. Pêvajo bi yekalî nameşe."

'DIVÊ BINGEH BÊ AVAKIRIN, HERKES TÊ DE CIH BIGIRIN'

Mehmet Ocalan ragihand ku Ocalan diyar kiriye ku divê gelên Tirkiyê hemû, berpiryariyên pêvajoyê hilgirin ser milê xwe û Ocalan gotiye, "Eger tê xwestin ev pêvajo bimeşe, hingî divê herkes alîkariyê bide. Pêvajo bi yekalî nameşe. Divê rewşenbîrên li Tirkiyê jî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Bêyî avakirina bingehekê, pêvajo nameşe. Pêwîste bingeh gelekî bi hêz be da ku pêvajo bimeşe. Bi taktîkên sergerandinê, pêvajo naçe serî. Emê karê ji destê me tê, bikin. Li nava çar dîwaran, ez nikarim bi tena serê xwe pêvajoyê bi yekalî bimeşînim. Divê herkes piştgiriyê bide pêvajoyê."