Ocalan hukûmet hişyar kir
Ocalan hukûmet hişyar kir
Ocalan hukûmet hişyar kir
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da xuyakirin ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê, wi berpirsyariyên xwe bicih aniye û got, "Hêvîdarim hukûmetê jî berpirsyariyên dikevin ser milê wê, bi heman cidiyet û giraniyê bicih bîne. Yên ku difikirin di vê demê de min bikar bînin û bixapînin, di rêya şaş de ne. Ez Rêberekî ji berpirsyariyên xwe haydar im."
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Serokcîgira Koma BDP'ê Pervîn Bûldan ên çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn, li avahiya BDP'ê ya Bajarê Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Demîtaş bibîr xist ku wan herî dawî di 14'ê Nîsanê de bi Ocalan re hevdîtin kirine û got, "Mixabin ji wê demê û vir ve, şandeya me nekarî biçe Îmraliyê." Demîrtaş der heqê peyama Ocalan a di civînê de da jî weha axivî: "Beriya her tiştî ez silav û hurmetên xwe pêşkêşî herkesî dikim. Ji bo vê pêvajoyê di rêyeke baş de bimeşînim, hevdîtinên min ên bi dewletê re dewam dikin. Ev rewşa bê şer a heyî, bi temamî di encama hewldan û însiyatîfa min de rû da. Min heta niha berpirsyariyên dikevin ser milê xwe, bi zêdeyî bicih anî. Hêvîdarim hukûmetê jî bi heman cidiyet û giraniyê nêzî berpirsyariyên xwe bibe. Yên ku difikirin di vê demê de min bikar bînin û bixapînin, di rêyeke şaş de ne. Ez Rêberekî di haya berpirsyariyên xwe yên dîrokî de me. Hewldanên min ji bo demokrasî û azadiyê ne. Hêvîdarim mûxatabên min jî wê vê firsendê baş bikar bînin û têkevin nava heman hewldanan."
OCALAN SILAV LI TAKSÎMÊ KIR
Ocalan silav li berxwedana Taksîmê kir û got; "Ez vê berxwedanê watedar dibînim û silav dikim. Bêguman ev sekin, rê li ber şikestîneke nû ya siyasî vekiriye. Lê bila ti kes xwe bi netewperest, nijadperest û darbekaran, nedin bikaranîn. Divê demokrat, şoreşger, welatparêz û pêşverûyên Tirkiyê destûrê nedin ku ev tevger bikeve bin kontrola netew-nijadperestan."
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser parêzerên girtî yên Ocalan û xwest, serbest werin berdan. Demîrtaş got, "Em hêvîdarin hevdîtina parêzer û malbatên Ocalan ji niha û pê ve bi awayekî rêk û pêk dewam bike."
Demîrtaş da xuyakirin ku ew di mijara çûyîna ji niha û pê ve ya Îmraliyê de dudil in û got, "Em destwerdanên kêfî yên hukûmetê li şandeyên diçin Îmraliyê qebûl nakin. Eger ev rewş careke din derkeve pêşberî me, partiya me wê têkeve nava helwesteke cûda." Demîrtaş destnîşan kir ku divê di nava 15 rojan de şandeyeke nû biçe girava Îmraliyê.