Ocalan: Hêvîdarim hukûmetê pêvajoyê têk nebe
Ocalan: Hêvîdarim hukûmetê pêvajoyê têk nebe
Ocalan: Hêvîdarim hukûmetê pêvajoyê têk nebe
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di hevdîtina xwe ya bi birayê xwe Mehmet Ocalan de diyar kir ku ew dixwaze pêvajo erênî bimeşe û got, "Ez karê xwe bi zêdeyî pêk tînim. Ya ji destê min tê heta derekê ye. Hêvîdarim hukûmet wê pêvajoyê têk nebe û berpirsyariyên xwe bicih bîne.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan Mehmet Ocalan duh çû Girava Îmraliyê bi birayê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û vegeriya. Mehmet Ocalan têkildarî naveroka hevdîtinê de ji DÎHA'yê re axivî. Mehmet Ocalan, diyar kir ku ji bo hevdîtinê tenê ew qebûl kirin û ji bo malbatên girtiyên din destûra biçin Girava Îmraliyê nadin. Mehmet Ocalan, anî ziman ku di hevdîtinê de birayê wî Ocalan têkildarî pêvajoyê de nirxandinên berfireh kirin û rewşa girtiyên din jî bi giştî baş e û wiha got: "Rastî jî me hevdîtinekî berfireh kir. Rewşa girtiyên din ên li wir baş e. Min rewşa hemûyan yek bi yek pirsî. Birêz Ocalan pirsa çima malbatên din nehatin kir. Min jî jê re got destûra malbatên din nadin. Tu pirsgirêka hevalên din ên li wir tuneye. Bi riya we ez vê yekê ji malbatên wan hevalan re dişînim."
'HÊVÎ DIKIM KU DÊ MERHEYELA DUWEM ERÊNÎ DESTPÊ BIKE'
Mehmet Ocalan, da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinê de têkildarî pêvajoya giştî de nirxandinên berfireh kirin û birayê wî Ocalan got; merheleya yekemîn a pêvajoyê bi dawî bû. Mehmet Ocalan, anî ziman ku Ocalan got; di merhelaya yekemîn a pêvajoyê de hinek daxwaz bi cih neanîn û birayê wî Ocalan da zanîn ku; înşatên qereqolan û girtina cerdevanên nû tevkariyê nade pêvajoyê. Mehmet Ocalan wiha axivî: "Bi kurtasî 'merheleya pêvajoyê ya yekmîn bi dawî bû', 'Hêvî dikim ku dê merheleya duyemîn hêj erenî be. Hêvî û bendewariyên me ev in. Em dê di van rojan de derbasî asta duyemîn bibin. Ez nizanim dê çawa teşe bigirin. Hêviya ji sedî 50 heye'"
'YA JI DESTÊ MIN TÊ ZÊDETIR EZ DIKIM, HÊVÎ DIKIM DEWLET PÊVAJOYÊ TÊK NEBE'
Mehmet Ocalan, bilêv kir ku birayê wî Ocalan ji wî pirsa raya giştî pêvajo çawa pêşwazî kir, kir û wiha got: "Min jê re got li herêmê pêvajo li her alî tê nîqaşkirin. Baweriya gel zêde bi pergal û dewletê nayê. Bawerî tenê bi wî tê. Gel li benda pêvajoyê ye û baweriyê bi te tîne. Piştî min ev jê re ragihandin ev tişt gotin, 'Merheleya yekmîn bi dawî dibe. Hinek daxwazên me hebûn. Hinek ji van daxwazên me bi cih neynan. Qet neba divê pergala cerdevaniyê hatiba belavkirin. Çima van qereqolên mezin çêdikin. Ji nû ve kadroyên cerdevaniyê digirin. Heke pêvajo erenî derbas bibe divê cerdevan neyên girtin. Çêkirina qereqolên weke kelehan pêvîst nîn e. Ev tevkariyê nadin pêvajoyê. Hêvî dikim ku ev dê bên rawestandin. Heke di pêvajoya nû de pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin hewcehî bi wan nîn e. Heke her du alî samîmî bin ji van re pêdivî tuneye. Ji xwe beşek gerîla ya mezin vekişiya. Çima hewcehî bi çêkirina qereqolên nû û cerdevanan dikin. Ev tiştekî erenî nîn e. Rewşekî bê qebûlkirin nîn e. Hêvî dikim ku merheleya duyemîn dê baştir dest pê bike. Ez ji sedî 50 parê didimê. Hêvî dikim ku dewlet û hikûmet pêvajoyê sabote neke û tiştên guncav bike û pêvajo wisa bimeşe. Gelê herêmê û gelê Tirkiyeyê dixwaze pêvajo erenî derbas bibe. Dixwaze pêvajo bi serkeftî bi encama bibe. Ya dikeve ser milê min ez zêdetir dikim. Tiştên ez jî bikim heya astekê ne. Ez bikim jî tiştek naba. Divê hemû kes piştgiriyê bidin pêvajoyê. Heke pirsgirêk bê çareserkirin kurd û tirk hemû kes divê tevkariyekî rast bidinê. Hêvî dikim ku kurd û tirk dê tevkariyê bidin pêvajoyê. Heke pêvajo bê provokekirin ji aliyê kê ve pê bê divê li hemberî vê yekê bê rawestandin."
'ŞAREDAR Û PARLEMENTER WEKÎLÊN GELIN'
Mehmet Ocalan, di çarçoveya "Pêvajoya Çareseriyê de" têkildarî rêveberiyên heremî û saziyên demokratîk ên kurdan de jî bi birayê xwe Ocalan re hin nirxandin kirin. Mehmet Ocalan di vê çarçoveyê de ev tişt gotin: "Bi pêvajoyê ve girêdayî, têkildarî saziyên kurdan de gelek nirxandinên girîng kirin. Van tiştan em dê di nava demên pêşte kisim bi kisim parve bikin. Giringiyek mezin dide hilbijartinên heremî. Me jî behsa hêviyên gel ên di vî warî de kir. Wî jî got "Şaredar û parlamenter, ne nûnerê xwe ne. Ew nûnerê gel in. Eger ev xizmetek be, ew jî xizmeta gel e. Kesên ku ev demek dirêje parlamenteriyê dikin, pêwîste êdî cihê xwe bidin hevalên nû'. Wekî mînak min got ku gel wiha dibêje 'Me li hemberî axa û feodalan têkoşîna demokratîk daye. Lê niha jî em naxwazin kralên nû bibînin. Tu saziyekê wê bi destê partiyê bi rêxistin bikî, tu nikarî bi destê malbatekî saziyekî bi rêxistin bikî. Ev tiştekî dij-demokrasiyeyê. Eger ev rewş wiha bidome. Em dê bi hêza gel mudaxale li van tiştan bikin. Tu nikari bêjî 'Bila dikan biçûk be ji min re be'. Bila dikan mezin be ya hemû kesî be. Birêz Ocalan jî wiha axivî, 'Eger parlamenter be piştî 4 salan dikare bibe serokê bajêr an jî endamê meclîsa partiyê. Eger şaredar be, disa bi heman şiklî dikare bibe endamê meclîsa partiyê. Lewra ev kes hatine hilbijartin. Cihê wan di saziyên demokratîk te mezintire. Di nava civakê de xwedî cihekî mezin in'. Wî got ku wê van tiştan bi şopîne."
'EGER TIŞTÊN XELET RÛ BIDIN LAZIME GEL MUDAXELE BIKE'
Mehmet Ocalan da zanîn ku, birayê wî Ocalan di hevdîtinê de aciziya xwe ya ji ber astengkirina hevdîtinên parêzer û malbatê aniye ziman û wiha got: "Eger pêvajo baş biçe lazime teqez parêzerên min werin. Heyetên BDP'ê lazime her tim werin. Malbat jî lazime bi rêk û pêk were serdanê. Eger ev nebin se tê wê wateyê ku pêvajo nameşe. Eger ev jî bicih neyên wê demê em dê bizanibin ku xeletiyek heye. Eger ev xeletî neyê çareserkirin diyare ku pêvajo xitimiye û nameşe. Mehmet Ocalan herî dawî got ku birayê wî Ocalan bang li raya giştî kiriye û ev tişt diyar kir: "Lazime her kes piştgirî bide vê pêvajoyê. Eger karek baş tê kirin se bila piştgirî bidin. Eger karên xelet bên kirin û 'Tiştên xelet' bên jiyandin jî lazime gel mudaxale bike. Daxwaz û baweriya mine ev e."
Mehmet Ocalan, got ku birayê wî Ocalan derbarê mudaxaleyên li dijî berxwedana Parka Gezî de jî ev tişt gotine: "Ev mudaxale ne li gor demokrasiyê ye. Lazime bi aqiltir û baştir em bifikirin."