Obama wê bi Barzanî re rûne
Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî, hefteya pêşiya me wê ji aliyê Serokê DYA Barack Obama ve li Qesra Spî bê qebûlkirin.
Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî, hefteya pêşiya me wê ji aliyê Serokê DYA Barack Obama ve li Qesra Spî bê qebûlkirin.
Çavlirê ye Barzanî roja Yekşemê dakeve Washîngton. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîka Marie Harf, diyar kir ku di çarçoveya vê ziyaretê de wê Barzanî bi Obama, Alîkarê Serok Joe Biden û Alîkarê Wezîrê Derve Antony Blînken re hevdîtînê pêk bîne.
Harf got ku mijara naveroka hevdîtînan wê operasyonên leşkerî yên bi armanca “lewazkirin û di dawiyê de tinekirina” DAIŞ’ê be.