Obama: Ez ji hin meylên li Tirkiyeyê aciz im
Serokê DYA Barack Obama di pirsek li ser zextên li Tirkiyeyê yên li ser çapemeniyê de got, "Ez ji hin meylên li Tirkiykeyê aciz im."
Serokê DYA Barack Obama di pirsek li ser zextên li Tirkiyeyê yên li ser çapemeniyê de got, "Ez ji hin meylên li Tirkiykeyê aciz im."
Obama di kombûna dawiyê ya Civîna Bilind a Ewlekariyê ya Nukleerî de axivî û bersiv da pirsên rojnamevanan.
Di vê civînê de rojnamevanekî pirsa 'Piştî bûyerên kirêt ên duh li Enstîtuya Brookîngsê, hûn bi Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan re rûniştin. Gelo hûn Erdogan weke kesekî otorîter dibînin?" pirsî.
Obama bibîr xist, ku Tirkiye hevalbendekî NATO ye û îdîa kir ku di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de ew bi Tirkiyeyê re têkoşîneke hevpar dimeşînin. Obama di dewama axaftina xwe de got, "Tiştek heye ku diqewmine û min ev yek yekser got: Tiştekî veşartî nîne ku ez ji hin meylên li Tirkiyeyê aciz im. Ez bi xurtî ji azadiya çapemeniyê, ji azadiya ol, ji hiqûq û demokrasiyê bawer dikim. Di wê baweriyê de me ku nêzîkatiya li hemberî çapemeniyê nîşan dide, dikare berê Tirkiyeyê bide rêyeke nexweş. Û em ê pêşniyarên xwe yên ji bo wan bidomînin."
Obama da xuyakirin, ku ew ê karê xwe yên bi Tirkiyeyê re dewam bikin.