NY: Polîtîkayên teserûfê zerarê didin jinan

Rêxistina Jinan a Neteweyên Yekbûyî, di rapora xwe ya ku li 7 bajarên cîhanê weşandiye de, diyar kir ku polîtîkayên teserûfê zerarê didin cihê kar ê jinan û teşwîqkirinê.

Rêxistina Jinan a Neteweyên Yekbûyî, di rapora xwe ya ku li 7 bajarên cîhanê weşandiye de, diyar kir ku polîtîkayên teserûfê zerarê didin cihê kar ê jinan û teşwîqkirinê.

Di raporê de hat destnîşankirin di serdemeke ku dewlemendiyên global zêde ne de, bi mîlyonan jin hîna di karên ku heqdestê wan kêm in de dixebitin. Rêxistina Jinan a NY’ê destnîşan kir ku jin hîna negihiştine, xizmeta tenduristiyê, ava paqij.

Hat gotin ku bi giştî li cîhanê heqdestê jinan ji yê mêran ji sedî 24 kêmtir e û dema zarokên jinan hebin, ev ferq zêdetir dibe.

Midûriya Rêveberiya rêxistina jinan a NY’ê Phumzile Mlambo-Ngcuka ku li Londonê rapor aşkera kir, wiha got: “Li ser erdên kamişa şekir a Wall Street, di navber her du zayenda de cudahiyek mezin heye. Li cihên ku jin kar de dixebitin, ji sesedî 95 ji aliyê qanûnan ve nayên parastin û ji parastina civakî feydeyê nagirin.”

Li welatên Rojava newekhevî zêde ye.

Li Fransa û Swêdê jin her tim ji sedî 31 ji mêran kêmtir qezenc dikin. Li Elmanyayê ev ji sedî 49, li Tirkiyeyê ev 79 e.

Phumzile Mlambo-Ngcuka, got: "Yek ji pirsgirêkên sereke ev e ku bi giştî barê malê li ser milê jinan e.”

Di raporê de hat gotin ku ji sedî 83’ê di karê malê de jin dixebitin û nîvê wan jî ne xwedî heqdestê asgarî ne.

Hat gotin ku polîtîkaya teserûfê ya li welatên Ewropa pêk tên, du qat zerarê didin jinan.