NY: Li Yemenê 850 hezar zarok pirsgirêka giran a xwarinê dijîn
Raportora NY a têkildarî xwariniyê de destnîşan kir ku li Yemenê ji ber şer xwariniya xerab bi xurtî zêde dibe. Li gor NY bi taybet 850 hezar zarok pirsgirêka xwarinê dijîn.
Raportora NY a têkildarî xwariniyê de destnîşan kir ku li Yemenê ji ber şer xwariniya xerab bi xurtî zêde dibe. Li gor NY bi taybet 850 hezar zarok pirsgirêka xwarinê dijîn.
Raportora NY a têkildarî xwariniyê destnîşan kir ku li Yemenê ji ber şer xwariniya xerab bi xurtî zêde dibe. Li gor NY bi taybet 850 hezar zarok pirsgirêka xwarinê dijîn.
Raportora NY Hîlal Elver got: "Bi taybet rewşa têkildarî zarokan alarm dide. Rapor didin xuyakirin ku 850 hezar zarok pirsgirêka giran a xwariniyê dijîn. Eger pevçûna heyî bidome, tê payîn ku ev hejmar di hefteyên pêşiya me de derkeve 1.2 mîlyon."
Hîlal Elver, diyar kir ku di rewşa heyî de zêdetirî 12.9 mîlyon kes beyî xwe bigihînin nebatên bingehîn dijîn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya raportor ji ber dorpêça li wilayetên cuda nahêle nifûsa sîvîl bi taybet genim peyda bike.
Raportor da xuyakirin ku koalîsyona Ereb a di pêşengiya Siûdî Erebîstanê di êrîşên hewayî de bazarên xwecihî û kamyonên ku xurek têde dikin hedef.