NY: Li Xezeyê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê hatin kuştin

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku artêşa Îsraîlê ji 27’ê Gulanê ve li Xezeyê herî kêm 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariya mirovî, kuştin.

Buroya Xaka Fîlîstînê ya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’ê daxuyanî da û diyar kir ku ji 27'ê Gulanê ve li Xezeyê herî kêm 1.373 Fîlîstînî dema li benda alîkariya mirovî bûn, ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin.

Buroyê got, “Piraniya van mirinan di dema lêgerîna alîkariya xurekê û encama gulebarana artêşa Îsraîlê de, çêbûn.”