NY: Li Fransayê nîjadperestî bûye ji rêzê

Li Fransaya ku di salên dawî de siyaseta rastgir a radîkal bihêz bûye, ji Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî hat.

Li Fransaya ku di salên dawî de siyaseta rastgir a radîkal bihêz bûye, ji Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî hat. NY, bi taybet bal kişand ser nîjadperestiya li hember Romanan û diyar kir ku biyanî di mijarên kar, tenduristî û bicihbûnê de rastî cudatiyeke cidî tên.

Komîteya Têkoşîna li hember Nîjadperestiyê (CERD) a girêdayî Neteweyên Yekbûyî, li hember gotinên nîjadperestî û dervehiştina Romanan li Fransayê, hişyarî kir.

GOTINÊN NÎJADPEREST ÊN SIYASETMEDARAN ZÊDE DIBE

Li gor komîteya girêdayî NY, li Fransayê li hember Romanan gotinên nîjadperestî û dervehiştin zêde dibe. CERD got: “Li hember Romanan nirxandinên neyênî yên steerotîp zêde dibin.”

CERD bibîr xist ku piraniya Romanên wek koçber di karavanan de dijîn, destûr nayê dayîn di komunan de kampan ava bikin û ji ber pêşniyarên bicihbûnê yên alternatîf nayên kirin rexne kir.

Di rapora CERD de hat destnîşankirin ku polîsên Fransî li hember Romanan hêza zêde bikar tîne û ev rewş dema kamp tên valakirin zêdetir dibe. Komîteyê bang li rayedarên Fransî kir ku ji bo civak hê bi tolerans be divê xebatên pêşxistina hestyariyê bimeşine.

NÎJADPERESTÎ Û DIJMINAHIYA BIYANIYAN BÛYE JI RÊZÊ

CERD diyar kir ku li Fransa gotinên nîjadperestî û dijmintiya biyaniyan bûye ji rêzê, gelek derdorên siyasî û medya sedema vê ye.