Nûnertiya BDP’a Hewlêr Zîlan bi bîr anî

Nûnertiya BDP’a Hewlêr Zîlan bi bîr anî

Nûnertiya BDP’a Hewlêrê 17’emîn salvegera çalakiya gêrîlaya PKK’ê Zeynep Kinacî (Zîlan) bi bîr anî. Di merasima bîranînê de peyama Kinaci ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peyama Ocalan ya ji bo Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya Brûkselê hatî şandin, hat xwendin.

Li Hewlêrê nûnertiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP)a Hewlêrê gêrîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de di encama çalakiyek fadayî de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî. Di bernameya bîranînê de welatiyên ji Bakûrê Kurdistanê amadebûn. Bernameya bîranîna Zîlan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî wê Nûnera BDP’a Hewlêrê Şîlan Emînoglu li ser jiyana Zîlan,kesayeta wê, girîngiya çalakiya wê û hesasiyeta dema çalakiyê, girêdana wê ya bi serokatî, şoreş û têkoşîna azadiya jinê axivî.

Piştre Berdevka Komîteya Gel Felem Taşçi nameya rêheval Zîlan xwend û di dema xwendina nameyê de kêliyên hestiyan çêbûn. Beşa dawiyê ya bernameya bîranîna Zîlanê bi nîqaş û beşdarbûna amadevanan ve derbaz bu û bername bi drûşmên ‘Şehîd Zîlan namire’, ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Seroka Apo’, ‘Bijî Aştiya Gelan’ bi dawî bû