Nûnerên partiyên Kurdan ên Rojava Azadiya Ocalan xwestin
Nûnerên partiyên Kurdan ên Rojava Azadiya Ocalan xwestin
Nûnerên partiyên Kurdan ên Rojava Azadiya Ocalan xwestin
Heyat komîteya kampanya îmzayan li Silêmaniyê çûn serdana nûnertiya partiyên Rojvaya. Nûnerên Partiya Çep a Demokrat a Kurdên Sûriyeyê, Partiya Çep a Kurdên Suriyeyê, ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî îmza avêtin.
Heyeta ji Komîteya Kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di nav de Elî Marûf, Ebdulwehab û Zara hebûn di çarçoveya komkirina îmzayan de li Silêmaniyê çûn serdana nûnertiyên sê partiyên kurd ên Rojava. Di serdanê de nûnerên her sê partiyan ji bo azadiya Ocalan îmze avêtin û azadiya Ocalan weke mifteya çareseriya pirsgirêka kurd bilêv kirin.
Nûnerê Partiya Çep a Demokrat a Kurdên Suriyeyê Şelal Gedo ji bo azadiya Ocalan îmze avêt û nêrînên xwe wiha anîn ziman: "Ez vê kampanyaya ji bo Birêz Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin weke tiştekê pîroz dibinim û pêwîste her kurdek bi van hestan beşdariya vê kampanyê bibe û weke peywirekekî xwe bibîne. Ji ber ku azadiya Birêz Ocalan ne tenê ya gelê kurd, azadiya tevayî gelên Rojhilata Navîne. Bi van hestên welatparêzî min ji bo azadiya Birêz Ocalan îmze avêt û hêvidarim di demek kin de ji zîndanê azad bibe."
Nûnerê Partiya Çep a Kurd a Suriyeyê Fethullah Husên kampanya weke gavek girîng nirxand û wiha got: “Ev kampanya ji bo azadiya Birêz Ocalan hatiye destpêkirin gavek girîng û mezin e. Azadiya Ocalan xala herî girîng a çareseriya pirsgirêka kurd e. Ji ber vê yekê ze bi keyfxweşî û serbilindî ji bo azadiya Ocalan îmzayê diavêjim."
Nûnerê Partiya Demokrat a Kurd a Suriyeyê Hoşeng Derûyş jî diyar kir ku gava komkirina îmzayên ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin girîng e û wiha got: "Ev kampanya kar û xebatek pîroz e. Ji bo vê jî em wek Partiya Demokrat a Kurd a Suriyeyê bi keyfxweşî û serbilindî ji bo azadiya Birêz Ocalan îmza davêjîn. Ji ber ku azadiya Ocalan hem çareseriya pirsgirêka kurd hem jî çareseriya pirsgirêka gelên Tirkiyê û pirsgirêka di navbera serhildêrên Parka Gezî û Hikumeta AKP’ê de ye."