Nûnerên Asûrî û Ermeniyan ji bo pêvajoyê aştiyê çi dibêjin?
Nûnerên Asûrî û Ermeniyan ji bo pêvajoyê aştiyê çi dibêjin?
Nûnerên Asûrî û Ermeniyan ji bo pêvajoyê aştiyê çi dibêjin?
Nûnerên rêxistinên Asûrî-Keldanî û Ermenî yên tevlî konferansa Ewropayê bûn dan xuyakirin ku, ew nêrînên Ocalan ji bo gelên herêmê girîng dibînin. Nûneran diyar kirin ku divê gelê Kurd, edalet û azadiya ji bo xwe dixwaze, ji bo gelê pê re dijî jî bixwaze û gotin, "Ji bo jiyana bi hev re, edalet û wekhevî divê."
Pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyar kiribû, li Tirkiye û Kurdistanê bi hêvî hat pêşwazîkirin û ji aliyê derdorên berfireh ve tê nîqaşkirin. Gelên din ên li Kurdistanê dijîn jî, bi qasî Kurdan vê pêvajoyê girîng dibînin. Hevserokê Federasyona KOmeleyên Asûrî yên li Ewropa Navîn û Berdevkê seksiyona Swêdê ya Rêxistina Demokratîk a Asûrî ya ji navenda Sûriye û Tirkiyê Şabo Akgul, rêveberên Komeleya Demokratên Ermenî ya li Belçîkayê Hovsep Hayrenî û Bagos Mouradian ên tevlî "Konferansa Aştî û Demokrasiyê" ya li Brukselê bûn, li ser pêvajoya aştiyê nêrînên xwe ji ANF'ê re anîn ziman.
Nûnerên Asûrî-Keldanî û Ermenî dan xuyakirin ku ew pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin erênî pêşwazî dikin û gotin, "Ya girîng, platforma tevgera hevpar a gelên Mezopotamyayê ye. Eger ev nêrîn xurt bibe û li nava civakê belav bibe, wê gelek tiştan bi xwe re bîne. Dewleta Tirk wê neçar bimîne gavan biavêje." Nûneran fikar û gumanên xwe yên ji ber bûyerên bi êş ên demên berê veneşartin û destnîşan kirin ku ew dixwazin di statuyeke li Kurdistanê bê avakirin de bi Kurdan er di nava wekheviyê de bijîn.
'EM DIXWAZIN BI KURDAN RE DI NAVA WEKHEVIYÊ DE BIJÎN'
Berdevkê seksiyona Swêdê ya Rêxistina Demokratîk a Asûriyan a ji navenda Sûriye û Tirkiyê Saît Yildiz diyar kir ku ji bo pêvajoya aştiyê biçe serî çi ji destê wan were, ewê bikin. Yildiz da xuyakirin ku rizgariya gelan bi têkoşîna hevpar dibe û got, "Ji bo azadiya me pêwîst e. Konferans jî ji bo serketina vê firsend e. Em weke gelê Asûrî-Keldanî, lewma li vê derê ne."
Yildiz ragihand ku ji bilî aştiyê ti alternatîf tineye û got, "Tevî ku gelê Asûrî-Keldanî li dijî neheqî û bêedaletiyê her tim bû aliyek, lê di şerê navbera PKK û dewleta Tirk de xwe nêzî ti aliyan nekir. Li gel vê yekê jî zerar dît. Gundên me hatin valakirin, mirovên me hatin kuştin, keşîşxaneyên me, malên me hatin desteserkirin. Me ji vî şerî zerarên mezin dîtin. Ji bo aştiyeke mayînde û rastî pêk were, çi ji destê me bê emê bikin." Saît Yildiz bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo konferansê şandibû û got, "Peyama Birêz Ocalan hemû pêkhateyên etnîk, çandî û olî hembêz dike. Em jî xwe di nav de dibînin. Divê ev baş were fêmkirin." Yildiz destnîşan kir ku ew alîgirin bi Kurd û gelên din ên li herêmê, di nava wekheviyê de bi hev re bijîn.
'EM JI TEVGERA KURD BI HÊVÎ NE'
Hevserokê Federasyona Komeleyên Asûrî yên li Ewropa Navîn û Elmanyayê Şabo Akgul jî da xuyakirin ku "Pêvajoya Aştî û Rizgariya Demokratîk" a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, derfet afirandiye ku hemû gelên Mezopotamyayê li mafên xwe bigerin.
Akgul bal kişand ser girîngiya konfernasê û got, "Bi taybetî konferansa li Ewropayê, ji bo bilêvkirina daxwazên Asûriyan gelekî girîng bû. Eger li ber çavan bê girtin, emê gelekî, kêfxweş bin."
Akgul bibîr xist ku ew ji serdemên berê ve bi Kurdan re dijîn û axaftina xwe weha dewam kir: "Heta ku em li wê herêmê bin, emê bi hev re her bijîn. Lê em dixwazin jiyaneke çawa? Di nava aştiyê de em dixwazin bi awayekî adîl û wekhev, xwedî heman mafan bijîn. Kurdan heta niha ji aliyekî ve mafê xwe xwestin, lê ji aliyê din ve jî der heqê mafên gelên din zêde eleqedar nebûn. Bi taybetî jî guhê xwe neda gelên bi hev re dijîn. Bêguman di encama têkoşîna 30 salan a PKK'ê de pêşketinên mezin rû dan. Em vê li ber çavan digirin. Ev têkoşîn, mîna hemû gelên Mezopotamyayê ji bo gelê Asûrî jî bû sedem kuk li mafê xwe bigere. Ji bo aştiya bi dewleta Tirk re bê kirin wekhev û bi rûmet be, divê tê de gelên din jî cih bigirin. Divê mafên me bi destûra bingehîn an biryardariyeke bi vî rengî bên ewlekirin. Ji bo parastin û pêşvebirina zimanê me, divê ev bê kirin."
Şabo Akgul diyar kir ku gelek mal, milk û navendên Asûriyan hatine desteserkirin û di vî warî de hînê ti gaveke berçav nehatiye avêtin. Akgul got, "Bi taybetî daxuyaniyên girîng ên Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê Selahattîn Demîrtaş ên di vî warî de hebûn. Ev yek ji bo me cihê kêfxweşî û hêviyê ye. Ji bo vegera li welatê xwe, pêwîste şer bên sererastkirin. Ege ev nebin emê çawa vegerin? Em dinêrin, mal, erd, zêwî hemû malên me di destê xerîban de ne. Emê biçin mala kê, li ku derê rûnên? Em malên xwe dixwazin, em li gefan rast tên. Divê ev bên sererastkirin."
Akgul diyar kir ku ev pirsgirêk bi çareseriyekê re dikarin ji holê rabin û got, "Em bi hêvî ne. Eger tevgerek 30 salin ji bo maf û edaletê têdikoş e û Kurd anî vê rewşê, hingî dikare zora aştiyê jî bide dewleta Tirk. Em di wê baweriyê de ne ku wê cihekî adil û wekhev bide gelên bi hev re dijîn û pirsgirêkên wan jî di vê çarçoveyê de çareser bike."
'DIVÊ KURD HÎN BÊTIR ELEQEDAR BIN'
Yek ji rêveberên Komeleya Demokratên Ermenî Hovsep Hayrenî jî diyar kir ku ji dema Osmanî û vir ve dewleta Tirk xwedî feraseta înkarê ye û got, "Di dema Osmanî de zor li mirovên garîmuslîm hatine kirin û bi zorê olê dan dane guhertin. Li hemberî Kizilbaşan komkujî kirin. Ev polîtîkayên mijara gotinê ji jenosîda li hemberî Ermeniyan heta roja îro dewam dikin. Em di bin bandora polîtîkayeke bi vî rengî de ne."
Hovsep Hayrenî axaftina xwe weha dewam kir: "Em helwesteke tiqafa Tirk-Kurdan a dîrokî erênî dibîne qebûl nakin. Çareseriyek li ser bingeha felsefeya avabûna Komarê jî rast nabînin. Ji ber ku ew feraset li ser tinekirina gelên Xiristiyan ava bû û di dawiyê de jî Kurd xapand. Bi vê yekê re Rojavayê Ermenîstanê ji holê hat rakirin. Kurdistan jî di warê demografîk de mezintir bû, lê di warê siyasî de ji mêtîngeriyê xerabtir bû. Ji ber vê yekê, bi dîtina min heta ku bi 1915'an re rû bi rûbûn neyê kirin, ev pirsgirêk çareseriyeke rastî nabîne û demokratîkbûyîn jî bi tenê wê xeyalek be. Di roja îro de divê hemû gel ji bo deskevtiyên demokratîk ên Kurdan bibin yek, lê di heman demê de ji bo doza jenosîda 1915'an biçe serî, bi wesîleya salvegera 100. de bi hev re tevbigerin û bi taybetî jî Kurd hîn bêtir eleqedar bibe." Hayrenî da xuyakirin ku gavavêtina dewleta Tirk a ji bo aştiyê jî, bi yekitî û têkoşîna rêxistinbûyî ya gelên herêmê dibe.
'GIRÎNG E GEL BÊN CEM HEV'
Bogos Mouradian jî da xuyakirin ku bi zanebûn gelên Mezopotamyayê bi hev dane kuştin û got, "Ez Ermeniyek im, nêzîkatiya min li Kurdekî, li Asûriyekî, li Ermeniyekî din, bêbaweriya Kurdekî Êzidî li Kurdekî Sunnî her tim pirsgirêkeke. Gava em li pişt xwe binêrin, dîrokek tijî êş xuya dike. Ev rasti yeke. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, kêm be jî ev rewş şikand. Ya ku hêviyê dide me jî ev e."
Mouradian ji bo konferansê got: "Hebûna me ya li vê derê, nayê wê wateyê ku hemû pirsgirêk yekser çareser bûne yan jî wê çareser bibin. Ev destpêkeke. Mûxatap girtin a negirtina vê konferansê ji aliyê dewletê ve jî ne girîng e. ya girîng li hev kom bûna gelên herêmê ye. Ji her tiştî girîngtir ev e. Ez vê gavê weke hilweşîna blokan, hilweşîna dîwaran dibînim. Divê ev hîn bêtir were xurtkirin û li nava civakê bê bicihkirin. Yekitiyên bi vî rengî divê bi tenê bi konferansan re sînorkirî nemînin. Em hêvî dikin ku wê veguhere çalakiyên girseyî. Hingî gelên xwedî paşerojeke hevpar, dikarin dest avakirina pêşerojeke hevpar bikin."