Nûçegihanê DÎHA’yê Daştan hate binçavkirin
Nûçegihanê DÎHA’yê Daştan hate binçavkirin
Nûçegihanê DÎHA’yê Daştan hate binçavkirin
Koma ku li Dîlokê bi armanca protesto kirina êrîşa li Parka Gezî çalakî pêkanîn, ulkucuyan êrîş kir ser komê. Di encama mudaxeleya polîsan de di nav de Nûçegihanê DÎHA’yê Nazim Daştan û Nûçegihanê Hayat TV Înanç Yildiz jî heyî gelek kes hatin binçavkirin.
Li Dîlokê êrîşa polîsan a li hemberî kesên li dijî hilweşandina Parka Gezî ya Taksîmê bi meşekê hate şermezarkirin. ESP, ODP, EMEP, SYKP, TKP, Partiya Yeşîller ve Sol Gelecek, ÎHD, CHP, MHP, endamên Platforma Yekîtiya Têkoşînê û bi deh hezaran welatî tevlî meşê bûn. Meşê li ber Parka Kirkayak destpê kir, ber bi Qada Demokrasiyê ve meşiyan. Di wê navberê de komek ya ulkucuyan hewilda provokasyonê derxîne.
Di dema çalakiyê de koma ulkucuyan ên hatin cem hev hewildana provokasyonê kirin. Ciwanên welatparêz û şoreşger bi slogana "Bijî biratiya gelan" bersiva provokasyonê dan. Piştî rageşiyê koma ulkucu êrîşî girseyê kir ciwanê bi navê Huseyîn Korkmaz bi darbeya kêrê birîndar kirin. Korkmaz rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Ersîn. Hate hînbûn ku talukeya Korkmaz tuneye.
Di heman demê de ciwanê bi navê Vakas Kiliç jî bi darbeya kêrê ya li pişta wî hatî dayîn birîndar bû. Kiliç li Nexweşxaneya Zanîngehê tê dermankirin. Ciwanên welatparêz û demokrat êrîş şermezar kirin û bi sloganan heta ber nexweşxaneyê meşiyan û xwestin ber bi avahiya AKP’ê ve bimeşin.
Piştî ku polîsan destûr neda meşê û êrîşî ciwana kir, pevçûn derket. Piştî êrîşê di nav de nûçegihanê DÎHA’yê Nazim Daştan û nûçegihanê Hayat TV Înanç Yildiz yê nûçe dişopandin jî heyî gelek kes hatin binçavkirin.
Kesên hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan ya Dîlokê têne ragirtin.