NSA îstîxbarata Elman ji bo karên sîxuriyê 'bikar aniye'

Tê gotin ku Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya DYA (NSA) bi îstîxbarata Elman re hevkarî kiriye û li hemberî hin welat û şîrketên Ewropayê xebatên sîxuriyê meşandin e.

Tê gotin ku Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya DYA (NSA) bi îstîxbarata Elman re hevkarî kiriye û li hemberî hin welat û şîrketên Ewropayê xebatên sîxuriyê meşandin e.

Li gorî nûçeya kovara Der Spîegel, NSA bi salan li gel agahiya rêxistina îstîxbarata derve ya Elman BND, li Elmanya û hin welatên Rojavayê Ewropayê xebatên sîxuriyê meşandiye.

Li gorî îdîayê, NSA ji bo keşfa teknîkî zêdeyî 10 sal in navnîşanên IP an jî nûmarayên telefonan ji BND re ragihandiye. Bi sîstemên BND'ê re hin hedefên li heremên cuda yên cîhanê dihatin şopandin.

Di nûçeyê de hat îdîakirin ku xebatkarên BND piştre pê hesiyane ku hevkariya bi NSA re tê kirin li dijî peymana du alî ye û hat ragihandin, ku bi agahiyên BND pêşkêş kirî re îstîxbarata Amerîkayê gelek şîrketên li Ewropayê şopandiye. Derket hlê ku NSA bi agahiyên ji BND'ê wergirtî re kargeha çekan a bi navê EADS, hilberînerê parçeyên balafir û helîkopterê ya Ewropayê Eurocopter, daîreyên fermî yên Fransayê û gelek saziyên din hedef girtiye.