NSA bi şopandina Schroder re xwe digihand Pûtîn

Tê gotin ku îstîxbarata Amerîka, Serokwezîrê berê yê Elmanyayê Gerhard Schroder dema li ser kar bû û piştî sala 2005'an ku bi Rûsyayê re dixebitî, şopandiye.

Tê gotin ku îstîxbarata Amerîka, Serokwezîrê berê yê Elmanyayê Gerhard Schroder dema li ser kar bû û piştî sala 2005'an ku bi Rûsyayê re dixebitî, şopandiye. Tê îdîakirin ku ji kompûterên şîrketa çekan a Ewropayê EADS jî, ji aliyê hackerên Amerîkî ve agahî hatiye belavkirin.

Di nûçeya rojnameya Bîld a hejmara îro de hat ragihandin ku Daîreya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka (NSA) Serokwezîrê berê yê Elmanyayê Gerhard Schroder, piştî dest ji wezîfeya xwe berda jî şopandiye. Rojname di nûçeya xwe ya agahiyên wê dispêre çavkaniyên îstîxbarata DYA de radigihîne ku sedema şopandina Schroder piştî sala 2005'an, wezîfeya wî ya li şîrketa Gazpromê û nêzîkbûna wî ya li derdora Vladîmîr Pûtîn e.

Hat ragihandin ku Schroder ji ber xebata xwe ya li Gazpromê û dostaniya bi Pûtîn re piştî sala 2005'an hatiye şopandin, lê belê nayê zanîn ku kîjan agahî hatine bi dest xistin. Tê gotin ku NSA bi giranî bala xwe daye ser yek ji berpirsyarên Projeya Herikîna Bakur Matthîas Warnîg û hat destnîşankirin ku Schroder ji bo xwe gihandina 'derdora girtî' ya Pûtîn, girîng e.

Gerhard Schroder ê di navbera salên 1998-2005'an de ji hikûmetên koalîsyonê yên ji aliyê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ve hatina damezrandin de Serokwezaretî kir, piştî vî karê xwe li Gazpromê dest bi wezîfeya şêwirmendiyê kiribû.

Di nûçeya rojnameya Bîld de her wiha hat ragihandin ku yek ji hilberînerên sereke yên çekan a Ewropayê şîrketa EADS, ji aliyê NSA ve hatiye şopandin. Li gorî îdîaya ku weke çavkanî belgeyeek sala 2011'an a Rêxistina Îstîxbarata Federal a Elman (BND) tê nîşandan, hackerên ketin kompûterên EADS, 3 saetan bi hezaran girêdan qeyd kirin.

Rojnameyê îdîa kir ku NSA di sala 2005'an de hewl daye li EADS guhdarî bike, lê belê ev hewldan di encama destwerdana BND de hatiye bidawîkirin.