Nobeda li Gundikê Melê dewam dike

Nobeda li Gundikê Melê dewam dike

Nobeda li "Konê Çareseriya Demokratîk" ê li bajarokê Şirnex Gundikê Melê, dewam dike.

Li bajarokê Şirnex Gundikê Melê, nobeda li "Konê Çareseriya Demokratîk" ê ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk DOKH'ê ve ji bo şopandina vekişîna gerîla hat vedan, dewam dike. Nobeda bi dorveger tê girtin, ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya navçeya Basanê û Bajarokên Qesrîk û Dêrgulê ve dewir hat girtin. 

Li ser navê koma ku nobed dewir girt endamê Meclîsa Bajarê Şirnexê M. Salîh Erbey axivî û destnîşan kir, ku ji ber piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ew nobedê digirin. Erbey got,"Ji bo vekişîna gerîla bişopînin, pêşî li operasyonên leşkerî bigirin û xwîna dirije rawestînin, em şev û roj li vir nobedê digirin. Em gelekî kêfxweş in ku li çiyayên erdnîgariya Kurdistanê ne. Ji bo em li van çiyan bimînin, me gelek berdêl dan. Niha jî ji bo xwedîderketina li van berdêlan, em naxwazin çiyayên xwe vala bihêlin.