Nobeda li Bagokê bi dawî bû

Nobeda li Bagokê bi dawî bû

Çalakiya nobedê ya bi armanca şopandina vekişîna gerîlayên HPG'ê li Çiyayê Bagokê hat lidarxistin, bi meşekê bi dawî bû.

Çalakiya nobedê ya rêxistina BDP'ê ya Bajarê Mêrdînê bi armanca şopandina vekişîna gerîlayên HPG'ê li nêzî gundê Dagiçî yê quntarê Çiyayê Bagokê hat lidarxistin, bi meşeke ber bi gundê Dagîçî bi dawî bû.

Li bin "konê çareseriyê" yê li Çiyayê Bagokê bi hezaran kes heta sibê nobed girtin. Derengiya şevê jî komek derket Çiyayê Bagokê û bi meşaleyan meşiya. Ber destê sibê jî, ji mamosteyên KURDÎ-DER şaxê Qoserê Omer Bozkûrt bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û got, "Azadiya zimanê Kurd wê bibe azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî. Azadiya zimanê me, azadiya Kurdistanê ye."

Li dû axaftinan hunermend Ridvan Dêrikî yê ji Dêrika Hemko hat, bi stranên xwe reng da çalakiyê. Piştre Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşad Kaymaz, pêvajoya çareseriyê nirxand.

Piştî axafitinan girseya gel bi pankarta bi nivîsa "Rih û dilê Çiyayê Bagokê hevalê Akîf Dogan" û "Em serhildanê mezin bikin, Rêber Apo azad bikin", wêneyê gerîlayê HPG'ê Akîf Dogan (Mehmet Şîrin Cebe) yê di meha Çileyê de di şerê li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da, alên PKK û KCK'ê ber bi gundê Dagîçî ve meşiya. Li dû meşê jî girseya gel li wesaîtên xwe siwar bûn û vegeriyan cihê jê hatine.