Nobeda konê Dêrsîmê xwendekaran dewr wergirt
Nobeda konê Dêrsîmê xwendekaran dewr wergirt
Nobeda konê Dêrsîmê xwendekaran dewr wergirt
Nobedariya "konê çareserî û rizgariya demokratîk" ê ji aliyê DOKH'ê ve li Dêrsîmê hate vedan xwendekarên Zanîngeha Dêrsîmê dewr wergirtin.
Konê ji aliyê DOKH'ê ve li duryana gundê Rojnekê yê Dêrsîmê bi armanca pêvajoya vekişandinê bişopînin hate vedan ziyaret berdewam dikin. Li qada kon lê hate vedan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin daliqandin.
Xwendekarên Endamên Komeleya Xwendekarên Azad ê Dêrsîmê (DO-DER) nobedariya konê ji Dayîkên Aştiyê dewr girtin û dê 3 rojan nobetê bigirin. Piştî rêzgirtinê xwendekaran daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê xwendekaran Azad Karabulut axivî û wiha got: "Pêvajoya bi banga Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û 8'ê gulanê vekişandina gerîla serdemekî nû dest pê kir. Ev dema nû ji bom me hemûyan bi hêviye. Azadî û aştiyekî bi rûmet nêz e. Çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbaza demorkatîk dê ji hemû gelan re bide qezenckirin."
Piştî daxuyaniyê xwendekar derbasî kon bûn.